Ji serê sibê de hin îhlalên ku pêk hatin
Diyarname
Ji serê sibê ku dengdayîn dest pê kir de hin îhlal derketin holê. Vane hin îhlalên ku ji sibê de pêk hatin:
Koçalî polîs li ber sindoqê qufaltin
Hevseroka BDP'ê Filiz Koçali, Berpirsa Karên Hiqûqî ya BDP'ê Meral Daniþ Beþtaþ û mebûsê BDP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelik ji bo bêhiqûqiya di dema dengdayînê de pêk tê bibînin çûn Lîseya Kîptaþ a Baglara Amedê. Wan agahî ji xebatkarên blokê girtin. Di vê demê de agahî ji Lîseya Birlikê hat ku di sindoqa 1267'an de îhlal hene. Koçali û Beþtaþ çûn wê derê û dîtin ku polîs li dibistanê, li polê rûdine. Koçalî û Beþdaþ ev îhlala (polîs zêdeyî 15 metreyan nikarin nêzî sindoqan bibin) polîsan dîtin ku reaksiyon nîþan dan. Piþtî nîqaþan polîs ji polê derket. Paþê ew çûn Dibistana Seretayî ya Hurriyetê û dîtin ku li wê derê jî heman tiþt diqewime.
Li Perwarî û Þîrwanê îhlal
- Li navçeya Berwarî û Þîrwanê hilbijêdan di bin çavdêriya polîs û leþkeran de deng da. Li gor agahiyên ku hatin li Berwarê serleþkerê qereqolê (Qereqola gundê Ertivîn ku gundê berendamê rêza sêyemîn yê AKP'ê Bayram Kizilay e) û moxtar pêþî li gelek kesî girt ku deng bikar bînin. Hate gotin ku li dibistanekî kesek tenê 140 deng bikar anî.
Berendama serbixwe ya Sêrtê Gultan Kiþanak tevî Þaredarê Sêrtê Selim Sadak li Sêrt Endustri Meslek Lisesî ku dengê xwe bikar anî got: "Ez hêvî dikim dê nelirêyek li hemberî vîna gel çênebe."
Polîs li ser sindoqan bû
Li gundê Boztepeya Sirûcê berendamê blokê Îbrahîm Bînîcî ku çû serdana sindoqan dît ku polîsek li ber sindoqê rûniþtiye. Bînîcî polîs hiþyar kir û ew ji salonê derxist.
Mudaxeleya muþahîdan
Li Baglara Amedê, Konya û Stenbolê jî li hemberî muþahîdên blokê mudexele çêbû.
Li Silopî kaþeya 'erê' kêm derket!
Li Silopiya Þirneþê serê sibê dest bi dengdayînê kirin. Li gor nivîsa fermî ku ji serokê sindoqê re hatibû divê du heb kaþeyên li ser "erê" nivîsandî bihata lê kaþeyek tenê hat û ya din heta dîtin.
Li Culemêrg, Wan, Mûþ û Agirî hin ecêbî!
li Gevara Culemêrgê polîsan li hin dibistanan kesên ku deng bikar dianîn dîmena wan bi kamerayê kiþand.
Li Gimgima Mûþê polîsan di sindoqeqê de dengê xwe bikar anîn, Xwestin di sindoqa din de jî dengê xwe bikar bînin. Muþahidan reaksiyon nîþan da. Komîsyona BDP'ê ya hilbijartinê çû YSK'ê û gilî kir.
Li Erdîþa Wanê jî Serokê Sindoqê amblema AKP'ê nîþanî kesên ku xwendin û nivîsandinê nizanin û got: "Hûnê mora xwe li vêderê xin.!"
Ji DÎHA'yê hatiye girtin