Hin çalakiyên ji bo Roja Zimanê Zikmakî
Diyarname
21'ê Reþemiyê li dinyayê wekî Roja Zimakê Zikmakî tê pîrozkirin. UNESCO'yê di roja 17'ê sermaweza 1999'an biryar girt ku 21'ê Reþemiyê bibe Roja Zimanê Zikmakî. Kurd jî her sal di vê rojê de hin çalakiyan li dar dixin.
Vane hin ji wan:
AMED
PANEL: Li Amedê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê li ser mijarê dê panelek li dar bixe. Panela ku nivîskarê me Þêxo Filîk dê moderatoriya wê bike de Mehmet Emin Aktar dê li ser "Hiqûqa navneteweyî û astengiyên li ber parastina bi zimanê zikmakî", Nadîre Guntaþ Aldatmaz li ser "Peyniya Polîtîkaya Ziwanan de Halê Kirmanckî (zazakî)" û Selîm Temo jî dê li ser "Kurdî: Ji do ber bi sibê ve" biaxive.
Panel 23'yê mehê saet 10.30'î de li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê li dar dikeve. PANEL:Komeleya Wêjekarên Kurd ku îsal deriyên xwe vekin di Roja Ziman de ew jî panelek li dar dixin. Panela ku Moderatoriya wê dê Azad Zal bike de Nesrîn Navdar û Osman Ozçelîk dê wekî axifger beþdar bibin. Panel roja 20'ê mehê saet 18'anm de li cihê Komeleyê li dar dikeve. (Vîlayên Dîclekent, Kuçeya 251'ê)
BATMAN:
PANEL: Þaredariya Batmanê di bin moderatoriya Herdem Merwanî de panelek bi beþdariya Mehmet Þahin, Dîlan Aydin û Cemîl Guneþ li dar dixe. Panel 21'ê mehê saet 19.30 de dê li Navenda Çanda Ahmet Guneþtekîn li dar bikeve.
Her wiha li heman cihê û heman saetê lê rojek berî wê, roja 20'ê mehê lîstika þanoyê "Zargotin Zêrgotin e" tê lîstin. Lîstika ku Çetoyê Zêdo nivîsiye ji aliyê Teatra Mencel ve tê lîstin. Derhêneriya lîstikê Nazmî Karaman kiriye û Perînaz Delazy, Ferhat Aslan, Halil Karakoyun, Fatma Þelem, Dilvîn Abî û Bêrîvan Budakbeyoglu têde dilîzin.
ÇEWLIG:
SOHBET-ÎMZA: Þûbeyê Çewlîgî yê Egîtîm-Senî de bi Roþan Lezgîn sohbetê ke yeno viraþtiþî. Lezgîn go serê "Edebîyatê zazîkî de nasnameyê etnîkî" de xeberî bido û dimay sohbetî jî go kitabanê xo îmze bikero. Çalakî 22'yê menge saet 15'an de wa.
STENBOL
Li Stenbolê çend çalakî li ser vê rojê li dar dikevin.
NîÞANDAYÎNA BELGEFÎLM: Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Navenda Çanda Mezopotamyayê û Mezopotamya Sînema bi hev re çalakiya "Jiyan bi zimanê dayikê xweþ e" li dar dixe. Di vê çarçoveyê de roja 21'ê mehê saet 19'an de dê belgefîlmê Ardîn Dîren ê bi navê "Her mal dibistanek" nîþan bidin. Nîþandayîna belgefîlm li Yapim 13'ê saet 19'an de ye (Ýnonu Mah. Harbiye Çayiri Sok. No 3 Kat 2, Harbiye-Þiþli)
PANEL: Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi sernavê "AktîvÎzma zimanî li ba kurdan" panelek li dar dixe. Di panela ku Remziye Alparslan dê moderatoriya wê bike de dê Miraz Ronî, Samî Tan û Zana Farqînî biaxivin. Panel êvara 22'yê mehê saet 19'an de li Odeya Tabîban a Stenbolê li dar dikeve. (Cagaloglu Yokuþu no 9 Fatih)
ÎZMÎR
Li Îzmîrê bi sernavê "Çima kurdên bakur bi zimanê xwe rapeyivin" panelek li dar dikeve. Panela ku Janya Acar dê moderatoriya wê bike de Mustafa Borak û Nuri Sinir dê biaxivin. Panel roja 22'yê mehê saet 15'an de li Salona Ege ya Tepekule Kongre Merkezî li dar bikeve.
Not: Li ser vê rojê her ku agahî bên emê lê zêde bikin