Di çîroknûsîya kurdî de pêl û Nûredîn Zaza
YAQOB TILERMENÎ
15’ê Çileyê (Rêbendana) 1919’an rojbûna çîroknûsê kurd Nûredîn Zaza ye. Ew li Madena Xarpêtê hatiye dinê û bi navê Yusuf Ziya dest bi jiyanê kiriye. Wî bi navê Nûredîn Zazayê siyasetmedar, nivîskar, zimanzan û dîroknas sedsalek di ser bûyîna xwe ya li Bakurê Kurdistanê re bihurandiye. Bi hezaran kîlometreyan dûrî axa welatê xwe, li bajarê Lozana Swîsre ya ku çarenûsa parçekirina Kurdistanê lê hatiye diyarkirin, hîna jî bi çavên vekirî di goristana Bois de Vaux de li hêvîya avabûna Kurdistanê di axa sar de razaye.
Bi minasebeta 101 yeksalîya bûyîna wî, min xwest der barê çîroknûsîya wî û hin tesbîtên der barê wî de ramanên xwe bînim zimên.
Nirxandina li gorî berheman divê esas be
“Pêvajoya geþedana çandî, bi qasî ku mirov nikare tesewur bike digihîje serdemên kevin. Em bi rewþa xwe ya îro û bi beþek mezin a êþên xwe, deyndarê vê pêvajoyê ne. Veguherînên psîþîk ên ku bi pêvajoya çandî re dest pê kirine, gelekî eþkere ne. Ev veguherîn ji ber ku hedefên dozînî roj bi roj diguherin û ji ber ku hestên dozînî tên çewisandin, derdikevin holê. Sansasyonên ku daxwazên me yên sereke þa dikin, dûrî balkiþandina me ye ango ketine halekî ku nayên ragirtin; ger daxwazên me yên der barê daxwazên etîkî û estetîkî veguherîbin, sedemên vêya yên organîkî hene.”
Mirov bala xwe bide gotinên jor ên nameya Sigmund Freud ji Albert Einstein re, dê têbigihîje ku ji bo beramberkirina doh û îro divê veguherînên ku her dem jîndar in, di ser guhê xwe re navêje. Heman beramberkirin ji bo beþek çandê, beþa wêjeyê jî lê ye. Ger mirov bixwaze berhem ango nivîskarekî berîya bi dehan salan jiyayî binirxîne, divê pêdivîyê bi du rêyan bibîne: An dê mirov xwe di ser zemên re gav bike û vegere salên rabirdûyê û li gora þert û mercên wê serdemê nivîskêr û berhema wî binirxîne, ango dê li gora feraset û zanebûna xwe ya îro nirxandinan bike. Lê mirov dikare ji xwe re rêyine din jî diyar bikin.
Ez dixwazim rêya diduyan hilbijêrim û li gora rêbaz û qayîdeyên wêjeyê yên ku di her demê de li gora þert û mercên wê demê guherbar in û hebekî jî bingeh in, tevbigerim. Nivîskarê ku ez dixwazim behsa wî bikim, çiroknûs Nûredîn Zaza ye. Ger mirov zanebûna xwe ya roja tê de paþguh bike û tenê þert û mercên berî bi þêst heftê salî bide berçav, dê pêþketinan ji nifþê nû re nîne û dê nivîskarên çandekê her timî weke tabûyekê bipejirînin. Nûredîn Zaza ku xwedîyê þeþ çîrokên telîf û çar çîrokên lêanînê ye ku bi giþtî nûserê deh çîrokan e, divê li gora berhemên wî yên li ber destan were nirxandin. Çima? Ji ber ku xwedî û berpirsiyarê Kovara Hawarê Celadet Bedirxan, Nûredîn Zaza weke Çexovê kurd nîþan daye; ji ber ku çîroknûs û nivîskar Firad Cewerî, Nûredîn Zaza û Qedrî Can weke du pêþengên çîroknûsiya nûjen dihesibîne. Ev her du destnîþankirinên di klasîkên wêjeya kurdî de bi cî bûne, divê li gora rastî û geþedanên wêjeyê werin eþkerekirin.
Pêla Nûredîn Zaza nîn e
Mirov dikare di wêjeya cîhanê de ji bo çîroknûsîyê bi du pêlan dakeve: Pêla Maupassantê Fransiz û Pêla Çexovê Ûris; û mirov dikare di wêjeya Tirkî de jî Pêla Sait Faik û Pêla Sabahattin Ali bipejirîne, lê li gora bîr û boçûnên min, mirov nikare yekser bibêje, Pêla Qedrî Can û Pêla Nûredîn Zaza. Çinku digel van her du çîroknûsan mirov nikare Celadet Bedirxan, Kamiran Bedirxan û Osman Sebrî weke çîroknûs nehesibîne. Ger dê veqetînek duneçel were destnîþankirin, divê mirov hemû çîroknûsên nifþê Hawarê bide ber hev û li gora rewþa wêjeya kurdî binirxîne. Hin çîrokên ku Osman Sebrî nivîsandibûn di serdema xwe de dikarîbûn qayiþ bi çîrokên wêjeya cîhanê re bikiþandana, dîsa çîrokên resen û ên lêanînî ku Celadet Bedirxan nivîsandibûn, ger derfetên xwegihandinê dîtibana dê teqez îro weke mîrateyeke wêjeya cîhanê bihatana hesibandin.
Îcar çima mirov nikare Nûredîn Zaza weke lehengekî pêlekê bihesibîne! Nivîskarê ku bêtir weke siyasetmedar û welatparêzê bîrdozekê tevgerîyaye, ji ber egerên miþextîbûn û zordariyên pergalên Tirkî û Sûrî neçar maye ku bêtirîn der barê ewlehiya jiyana xwe de û der barê xebatên xwe yên siyasetê de biponije; ne ku bi dehan çîrokan binivîsîne. Ev ponijandin û hesasiyetên wî, weke naverok û peyam di destegula çîrokên wî de jî diyar in. Bêrîkirina welêt, diljeniya welatparêziyê, paþdemayîn û belengazîya netewekê, qehremanî û biserketin di hemû çîrokan de armancên sereke ne. Çawa ku Nûredîn Zaza di hejmara 32’yan a Hawarê de bi nivîsa “Þîretên Ehmedê Xanî” û di hejmara 30’î ya Hawarê de bi nivîsa “Ji Xortan Re” xwestiye þîretên Ehmedê Xanî û Kipling arasteyî zarok û ciwanên kurd bike, ev hewldan di çîrokên wî de jî eþkere ne. Ji bilî çîroka “Þerê Mêþan” hemû çîrok di salên 1941-42’yan de hatine nivîsandin. “Þerê Mêþan” ku mêjûya 1965’an li binî hatiye nivîsandin -piþtî bîst û sê salan-, hem ji hêla vegotin û hem jî ji hêla þêwazê dikarîbû bibûya despêka hewldaneke mayînde; lê mixabin, ji ber ku îro ji bilî van çîrokan ti çîrokên wî yên din li ber dest tinene, mirov nikare bi gotinên qelew çîroknûsiyeke domdar û pêleke xweser veçirîne.
“Di rastîyê de nivîskar dizane ku ji bo azadîyên ku di heriyê de mane, veþarî mane û bikaranîna wan ne pêkan in, diaxive; û jixwe azadîya wî bixwe jî ne pak e, divê wê paqij bike; ji ber vê, ji bo ku azadîya xwe paqij bike jî dinivîsîne.”
Nivîskar û feylesofê Fransî Jean-Paul Sartre di pirtûka xwe ya bi navê “Qu’est-ce que la littérature?” (Wêje çi ye?) de armanca nivîsandinê bi wî awayî rave dike. Gelo nivîskarekî mîna Nûredîn Zaza ji ber vê hiþmendiyê, hewldana xwa ya çîroknûsiyê geþtir nekiriye û bi qasî tiliyên du destan çîrok li dû xwe hiþtine?
Destnîþankirina pêlan (ekolan) ji bo nivîs û wêjeya kurdî bi berhemdariyeke bêhejmar pêk tê. Çinku pêl di deryayê de radibin. Ji bo ku pêl hebin, divê di serî de deryayeke bêser û bêbinî hebe. Ji ber hindê ez dibêjim, “çîroknûsiya Nûredîn Zaza nebûye pêleke çîroka kurdî”.
Ji Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin