Kela Seyîd Begê
Fêrgîn Melîk Aykoç
Piraniya mirovên me kelah, kavîlên dîrokî, zanyariya di bin axa Kurdistanê de veþartî nizanin. Ji wê jî gelek caran dibêjin; “bav û kalên me tiþt li pey xwe nehîþtine!” Lê rastî tiþteke din e. Divê em di her warê dîrokî û zanistiyê de welatê xwe nas bikin. Lê ji ber derfetên kêm, em ê tenê tiþtên tên zanîn, yan jî hetanî radeyekê hatine zelalkirin, bidin nasandin. Ez ê di vê çarçoveyê de wekî rêzenivîs hin kelahên Kurdistanê li gor daneyên berdest bidim nasandin, lewra ev kelahana berhemê kal û bavên me, nîþana diroka me ya qedîm, çand û têgihîþtina pêþiyên me ne. Belgeyên herî bingehîn agahî didin ev in ku xwedanê vê xakê em in. Dibe ku ev ji rastiya xwe nasîn û bi serbilindî li dîroka xwe, li axa xwe, li çand û welatê xwe xwedîderketina me re bibe wesîle.
Ev kelah li ser sînorê parêzgeha Çewlîk û Mûþê ye. Li Bakurrojavayê Mûþê dikeve û li berpalê çiyayê Þerevdînê ava bûye. Li sêkoþeya gundên Baskan, Baxlê û Selekan e. Cihê kelahê cihekî gelek stratejîk e. Mirov dikane ji vê kelahê berpalên çîyayê Bîngolê yê baþûr û tevahiya berpalê çiyayê Þerefdînê yê bakur hetanî Kanîreþê, çala Gimgimê, hemû zuxr û rêyên di wê deverê re derbas dibin, bibîne. Dema hewa vekirîbe, çiya û Kelahên Xamirpêtê, beþeke deþta Bilanixê jî dixuye. Mirov dikane bi dûrbînê çiyayê Sîpan, Xelat û Agiriyê jî bibîne.
Bi qasê kîlomêtrekî li bakurê kelahê û li ser girê pênsed, þesed mêtre ji wê nizmtir xirbeyê Koþkek yan jî kelaheke piçûk heye. Xuya ye ku ew ji bo kontrolkirina rêya di newala Mala Axê re tê, wekî qereqolek hatiye çêkirin. Ew jî bi kevirên birî hatiye lêkirin. Lê zinarên ku di avakirina vê koþk yan jî kozika çavdêriyê de hatine bikaranîn, bi qasî zinarên kelahê mezin nîn in. Du peyayên Zenbildest bi hev re dikanin van kevirên birî rakin. Lê zinarên teraþtî yên bi wan kelah hatine çêkirin pir mezin in, her yek çend ton hene, tenê dikane bi vîncan werin rakirin û danîn.
Li bakurê kelahê sê gundên xiravbûyî hene. Kes nizane kengê ev cigehana ava û xira bûne. Ji gorên wan û nîþaneyên kêlikên wan mirov têdigihîje ku têkiliya xwe bi kurdan / ûrartûyan re hene. Ji gorên ermeniyan cudatir in. Navên van cigehan di zimanê gelê hereme de; Kanya Teht, Qula Sêvikê û Hevsida ye. Li deþta Hevsida gundên bi navê Baskan, Dodan û Gundê Mîran dû re ava bûne. Ev gundên ermeniyan bûn. Li Gundê Mîra kurd jî hebûne.
Mixabin ku li ser vê kelaha taybet tu lêkolînên arkolojîk çênebûne. Mîna ku haya tu kesî ji vê kelahê tunebe. Dibe ku hêzên dagirker jî bi zanistî rê nedabin. Dema mirov teraþtina kevirên keleha Palû, Pertek, Xarpêtê û ya kevirên Kela Seyîd Begê dirûberîne têdigihîje ku hunera heman çandê ye. Bê teraþtina keviran ew çalikên di hin zinaran de hatiye amadekirin. Ew zinarên li bakurê kelahê ji bo rûniþtinê hatine çalkirin, çalava ji bo qurbanan hatiye amadekirin, nîþanê me dide ku kelaheke ji dema Ûrartûyan maye.
Li cîgeha niha di nava gel de wekî Kaniya Teht tê binavkirin kavilên bajarekî kevnar heye, ev cîgeh bi qasê du kîlometre li bakurrojhilat û jêrê kelahê ye. Teraþtina kevirên kavilên bajêr û kevirên koþka li ser devê newala Mala Axê jî diþibin hev. Jiwê mirov bi hêsanî dikane bibêje ku ev cigeh sedîsed di dema Ûrartûyan de þên bû ye. Li ser girê bakurê bajêr hê jî hin kêlên gorên bajêr xuya dikin. Ev kêlana jî bi zelalî nîþan didin ku li gor rojê hatine veþartin, li ser hin kêlan roj hene û ev nîþana avadaniya Ûrartûyan e.
Gelê herêmê ji vê kelahê re kela Seyîd Begê dibêjin. Ji ber ku lêkolîneke zanistî ya li ser vî navî li ber destê me tune, em ê tenê bi têgihîþtina gundiyên heremê vî navî þirove bikin. Li gor vegotinên gundiyan ji vir 150-200 sal berê firarekî bi nav û deng bi navê Seyîd ev kelaha dîrokî ji xwe re wekî cigeh hilbijartiye. Têkiliya wî, axa û mîrên herêmê gelek baþ bûye. Ji ber ku li qonaxên axa û mîrên herêmê dibû mêvan, gelê herêmê ji wî re jî Seyîd Beg gotine. Gundiyên Seyîd Beg wekî dizekî bi nav û deng bi nav dikirin jî hebûn.
Her bihust xaka Kurdistanê dîrok e, bi kavilên dîrokê dagirtiye. Di her gir û bilindahiyê axê de bermayiyên dîrokî veþartine. Lê di warê lêkolînên arkolojîk û zanistî de hê jî wekî xozaneke di xewa hezaran salan de ne. Dagirker hewldanên lêkolînên arkolojîk li cih bihêle, ji bo rastiyên dîroka herêmê dernekeve, wekî Newala Çolî, Heskîfê, girên di bin bendava Kebanê de mane, bi bendavan ji bala giþtî vediþêrin. Yan jî nahêlin lêkolînên arkolojîk pêk werin.
Ji bo derketina rastiyên dîrokî, lêkolînên zanistî tenê rêyeke maye, ew jî; azadî, serxwebûn, yan jî xwedanê statuyeke fermî bûyîna Kurdistanê ye. Wê demê derfetên kolanên arkolojîk û tehlîlên zanistî bi dest dikeve. Bi hêviya wan rojan.
10.01.2020, Yenî Ozgur Polîtîka