Pirtûkek nû li ser Komara Kurdistanê derket
Diyarname
Sala 1946’an salek girîng e di nav dîroka kurdan de. Li Mahabadê Komara Kurdistanê wê sale hat avakirin. Heta niha li ser vê Komara Kurdistanê hin pirtûk hatibûn nivîsandin. Her yekê tiþtin nû diyarî rûpelên kurdî kiribûn û niha yeka din li wan zêde bû: “"Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946'an". Pirtûk ji aliyê Kakþar Oramar ve hatiye amadekirin û ji Weþanên Sîtavê derket.
Avabûna Komara Kurdistanê sala 1946’an rûpeleke girîng û trajîk e di nav dîroka gelê kurd û Kurdistanê de. Gelek kesan li ser vê yekê gelek pirtûk nivîsandine lê her aliyek wê meseleyê her kêm maye. Niha pirtûkek nû li ber destan e û dike ku vê valahiyê hinek din jî dagire. Kakþar Oramar gelek salên dirêj ked da û pirtûk amade kir.
Nivîskar Kakþar Oramar ku ew bi xwe ji rojhilatê Kurdistanê ye heta niha li ser Komara Kurdistana ya sala 1946’an gelek lêkolîn kir, gelek nivîsîn, hevpeyvîn kirin. Niha ew di vê pirtûkê de cih girtine. Pirtûka ku bi nave "Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946'an" hatiye weþandin ji hevpeyvîn, analîz, bîranîn, wêne, arþîv, dîtin û nirxandinan pêk tê.
Oramar di vê pirtûkê de ligel þahidên wê demê axiviye, tiþtên ku nayên zanîn derxistiye holê. Oramar demek gelek dirêj ev xebat domandiye, agahiyên ji van kesan girtiye ku ev agahiyên ku zêde nayîn zanîn in û di arþîvan de jî nîn in.
Pirtûk ji du beþan pêk tê
Pirtûka ku ji du beþan pêk tê ji 648 rûpel pêk tê û rengîn e. Beþa yekem 160 rûpel nirxandin û analizên li ser komarê ne. Beþa duyem jî ji hevpeyvînan pêk tê. Di dawiya her hevpeyvînê de gelek wêneyên bi mijarê re eleqedar hatine weþandin. Ew wêne jî zêde nayên zanîn ku ev yek bi xwe qîmeta pirtûkê û meseleyê bilindtir dike.
Bi berpirsên wê demê re hevpeyvîn hatine kirin
Hevjîna Pêþewa Qazî mihemed Mîna Qazî; kure wan Elî Qazî, Îfet, Munîr, Perwîn û Suheyil Qazî (Keçên Pêþewa Qazî Mihemed), yek ji pêþengên leþkerî yên dema Komarê Dr. Seyîd Ezîz Þemzînî, mamosteyek ji dema Komarê Kerîm Zend, Wezîrê Perwerdehiyê yê Komarê Menaf Kerîmî, siyasetmedarê Komarê Xenî Bilûryan hin kesên ku nivîskar Oramar ligel wan hevpeyvîn kiriye û ew di pirtûkê de cih girtine.
Ev pirtûka niha li ber dest wekî cîlda yekemîn hatiye weþandin û wisa diyar e dê cîldên din jî bên.
- Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946'an -1 / Kakþar Oramar / Weþanên Sîtav / 648 rûpel / 2019