Ji bûyerên rastîn: Meymûn û mirov
Yeko Ardil
Vê sersalê kir ku ew bûyer û çîrokên dîrokî carekî din li bîra me vegerin.
Çîrok di serdema dewleta Osmanî de derbas dibe. Her çiqas em dibêjin, çîrok jî, ew bûyer bi rastî jî qewimiye û di arþîvên dewletê de, ji aliyê waqayînivîsan ve hatiye tomarkirin. Hingê dewleta Osmanî noqî nav gendelî, dizî û nelirêtiyê bûye.
Lê alimên dewletê ango ‘Melayên nûnerên ola serdest a dewletê‘ li ser kar in. Li dewsa ku li dijî rizandina dewlet û pergalê li ber xwe bidin, ketine pey bûyerên talî. Em werin ser lehengê bûyera Meymûnan a di dewleta Osmanî de. Mela Evdilkerîm Efendî yê xwedî þiyan û gotinê di qata rêveberiya dewletê de rojekê pêrgî pirtûkekê tê. Di pirtûkê de derbarê têkiliyên mirov û heywanan de agahiyên balkêþ û ‘sosret‘ hene.
Li gorî agahiyan meymûn û mirov dikarin têkiliya cinsî daynin. Mela Evdilkerîm dike ku dîn bibe. Rojeke înê di xutbeyê de bi dirêjî behsa têkiliya mirov û heywanan dike û dawiyê jî gotinê tîne ser babeta ku dilê Melayî sotaye.
Civata ku bi gotara Melayî sinciriye, sor bûye wekî êtûnê lê hatiye, ji mizgeftê derdikeve û rasterast berê xwe dide bazara meymûnfiroþan a li Azebkapiyê. Dem û dîrok sala hîcrî 999 e.
Melayî gotibû, ‘Her mirovê têkeve pençeya tarîtiyê, dikare kiryarên þermê bike. Bi taybetî jî jin û nexasim jinên bî dikarin bi meymûnan re bikevine têkiliyên þermê. Bi gotineke din, Mela li dijî fuhûþê radibû. Li aliyê din bê gendelî û dizî tekane diranê çerxa pergala rêveberiyê jî kar nedikir.
Mêjiyê Melayî tarî bûye. Lê Xwedê heye, di gotar û peyvê de hosta bûye. Girseya guhdar ji bo her tiþtî amade bû. Di destê wan de, dar, ber, kevir û li ser newqa gelekan þûr û xencer, ketin nav bazarê. Ma kî dikarîbû li hemberî wan bisekine! Ji xwe kes jî nesekinî. Meymûnên ji deverên cihê yên cîhanê yên cûr bi cûr kom kirin û ew bi darve kirin. Ango ev bûyer di dîroka mirovahiyê de wekî tekane bûyera ‘Dardekirina Meymûnan’ e. Hem jî bi zanîn û amadeyî hatiye kirin. Dîsa tê gotin ku li gelek deverên Stenbolê wekî fêkiyan bi daran ve meymûnên cur bi cur hilawestî bûn. Piþtî bûyerê, navê Melayî kirin ‘meymûnkuj’.
Dijberî û rikeberiya di navbera olan û meymûnan de ne ev tenê ye. Bi taybetî piþtî Charles Darwin ku mirov wekî neviyên meymûnan pênase kirin û ev zanîna hanê jî di Teoriya Veguherînê/Beridînê (Evolution) de bi cih kir, meymûn li pêþ çavên gelek oldarên li ser þopa Mela Evdilkerîmî reþ bûn.
Serpêhatiya duyemîn ya bi têkiliyên navbera heywan û mirovan re eleqedar, li Almanyayê diqewime. Ciwanekî kurd li pêþ karmendê dewletê di pêvajoya îfadeya yekemîn de ye. Ligel wergêrekî serpêhatiya xwe dibêje.
Karmend pirs dike: "Çima dixwazî wekî penaber li welatê me bimînî?" Ciwanê kurd dest pê dike û dibêje: "Em kurd in, dewleta Tirk wiha wiha zilmê li me dike. Karmend bêdeng lê guhdarî dike. Ciwan dewam dike: "Gundê me sotin, mal, xanî, tewle, axûr û lodên giyayên me jî tev de þewitandin." Karmend pirs dike: "Baþ e, heger wisa ye û rast e, tu çawa filitî?!" Ciwanê kurd dewam dike: "Li deþtê li nav giya bûm. Min xuruman girê dida. Gava li gund ew tevlihevî çêbû û ji hind devaran dûman bilind bû. Min baz da. Li kêleka gund ez pêrgî laþê Bigro hatim."
Karmend pirs dike: "Bigro kî bû?", Ciwan dibêje, "Ew kûçikê gund bû li gel Beþo parastina gund dikirin." Karmend: "Nexwe Beþo jî kuþtin?!"
Ciwanê Kurd: "Belê ji ber ku deqek spî li ser eniya wî ya reþ hebû, navê wî kiribûn Beþo. Li ser eniya wî reþandibûn." Karmend ji niþkeve dest bi girînê kir. Bû îskeîska wî. Ciwanê kurd û wergerî li hev mêze kirin. Ne ew e bigirîn û ne ew e bikenin. Hesten cur bi cur têkelê nav hev bûne. Navberek dan axaftinê. Li ber derî ciwanê kurd ji wergerî re got, "Bira, ev çi sosret e. Min behsa kuþtin û þewitandina ew qas mirovan kir, lê ev hakim e çi ye, ji bo du kûçikan xwe parçe kir." Wergerî jî bi dengekî ji xwe bawer got, "Ewropî mirovên cihêreng in, hestiyar in, pirr bi rewþa heywanan diêþên!"
Piþtî sersalê, piþtî ku careke din me þahidiya wê teror û randalîzma serê salê kir. Piþtî ku hinde teqîn, sotin, feryadên mirovan, yên dar û beran û yên heywanan bûyera Krefeldê ya di encama þewata ji ber fîþekên hewayî sotina meymûnan mohra xwe li sersala Almanyayê xist, gelek serpêhatî jî li bîra me bûne mêvan.
Gelo niha ew karmendê ji bo kûçikan digiriya li ku ye? Ji bo meymûnên dîl çi hizir dike? Gelo cîhana pereperest wê ji bo vê terora sersalê ya bi navê ‘þahiyê’ hind tedbîran amade bike yan na?
04.01.2020, Yenî Ozgur Polîtîka