Çend peyv li ser daxwazeke þaþ û neheq
Zinarê Xamo
Nivîskarekî kurd li ser çi dinivîse bira binivîse, qala çi dike bira bike baþ e, ji bo ziman û edebiyata kurdî xizmeteke, dibê em pê kêfxweþ bibin.
Çimkî ya muhîm ne li ser çi nivîsîye û mijar çi ye, ya muhîm ziman û qelîteya berhemê ya edebî ye.
Carnan ez dibînim û dibim þahid hinek kes dixwazin her edîbê kurd nasyonalîst be û di her berhema xwe da jî liberxwedan û qehremaniyên kurdan bipesinîne, qala trajediyên hatine sere kurdan bike.
Daxwazeke wiha ne rast e û ne jî mimkûn e.
Nivîskar, edîb ne siyasetmedar e û tiþtên dinivîse jî ne meqale, beyan û belavokên siyasî ne.
Edebiyat hest û zewqeke þexsî ye, edîb hastên xwe, fikrên xwe bi uslûbeke mexsûsî xwe, li gorî hin qaîdeyên estekîk bi nivîskî ya jî bi devkî dide der.
Çawa ku her kurd ji siyasetê hez nake, her kurd ne miletpwer e, her edîb jî ji siyasetê hez nake û ne kurdperwer e.
Ya din kurdperwer be jî, fikir û îdeolojiya wî/ê çi be jî ne þert e û ne mecbûr e di her berhema xwe de nasyonalîzmê bike, qala felaketên hatine serê kurdan bike.
Her nivîskar, her edîb li gorî zewq û înteresa xwe dinivîse, dilê wî çi bixwaze ewê li ser wê binivîse.
Yek kane tenê li ser evînê binivîse.
Yek kane romanên li ser rerotîzmê binivîse.
Yekî din kane li ser eþqa îlahî binivîse.
Yek kane romanên polîsîye binivîse.
Yekî din kane tenê pêkenînan, tiþtên mîzahî binivîse.
Yek kane li ser nebatan yan jî tenê li ser heywanan binivîse.
Lê hin nivîskar jî di roman, çîrok û þiîrên xwe de qala zilma li kurdan dikin, qala li berxwedan û qehremaniyên kurdan dikin.
Yanî kî ji çi hez dike, kêfa wî/wê ji çi re û ji kîjan mijarê re tê bira li ser wê binivîse. Ziman û edebiyata miletekî bi vî hawî bi pêþ dikeve.
Ne ku mirov wekî dema Sovyetê nivîskaran mecbûrî edebiyateke siloganîk û propagandeyê bikin.
Hin nivîskar ewê li ser tarîxa me, li ser þer û berxwedana kurdan ya li hemberî hêzên dagirker, li ser trajediyên hatine serê kurdan, li ser mêranî û egîdiya pêþmerge û gerîlayên kurd binivîsin û hinek jî ewê di berhemên xwe de qet qala van tiþtan nekin, qala tiþtên abstrakt, xeyalî bikin.
Lê belê hemû jî lazim in û baþ in. Tiþtê em li ser bipeyivin ne ku çima li ser vê meselê ye, lê ne li ser vê meselê ye, ziman e, qalîte berhemê û uslûba nivîskar e, yanî di ware edebî de çiqasî baþ û serketî ye, ya jî ne ne serketî ye.
29.12.2019, ji Bloga Hindik û Rindik