Çîrok û helbest, ji Berbangê du pirtûkên nû
Diyarname
Ji Weþanên Berbangê yek jê helbest, yek çîrok du pirtûkên nû derketin. Her du jî ji aliyê nivîskar M.Çiya Mazî ve hatine nivîsandin.
Pirtûka çîrokan 'Tebatî'
Ji her du pirtûkên M.Çiya Mazî yek jê ya çîrokan e. Çiya Mazî herî dawî bi navê "Peyarêk" (2013) pirtûka xwe ya çîrokan weþandibû û niha bi yeka nû li pêþ berî xwendevanan e. Pirtûka ku niha li ber dest e navê "Tebatî" lê kiriye ku ev jî bûye 5'emîn pirtûka wî ya çîrokan. Çiya Mazî ji bûyerên rastîn ên jiyanê sûde wergirtiye û çîrokên xwe rêstine. Û çîrokên di pirtûkê de hatine weþandin wekî rêzeçîrokan di pirtûkê de hatine bicîhkirin. Ji zarokatiya mirovekî heta mezinbûna wî, ji salên 70'yî heta salên piþtî 2000'î, ji gund heta bi bajarê navîn û metrepolên mezin; bûyerên bi tabat û peroþiya jiyanî û bandora wan a li ser mirovan çêdikin, bi awayê rêz, bûne çîrok û derdikevin pêþberî mirov.
Pirtûka helbestan 'Bayê Zewêdiyar'
Pirtûka din a M.Çiya Mazî ku derketiye ya helbestan e. Wî navê "Bayê Zewêdiyan" lê kiriye. Berî vê di sala 2017'an de wî pirtûka xwe ya helbestan "Baranên Çilesrî" weþandibû. Ev bû sê pirtûkên helbestan ku ew dinivîse û diweþîne. Helbestên di vê pirtûkê de hesreta welêt, ya karesatên civaka kurd û bendemana serkeftinan dihewînin. Hest û tevna helbestên vê pirtûkê li ser felsefeya bê (ba) hatiye hûnandin. Nivîskar bi hisreta ba ye ku were û jiyanê biguherînen ye ku helbestên xwe bi vî awayî rêstine.
M.Çiya Mazî kî ye?
M.Çiya Mazî di sala 1960'î de li gundê Kufragê ya Þemrexa Mêrdînê hatiye dinê, 25 salan di Þaredariya Þemrexê û Îdareya Herêmî (Ozel Îdare) de kar kiriye û malniþîn bûye. Ji sala 1993'yan de bi kurdî dinivîse. Di rojnameyên wekî Azadiya Welat, O.Polîtîka, kovarên wekî Jiyana Rewþen, Tîroj û gelekên din e, di malperên wekî Diyarname, Rewanbêj, Xendan û Pûkmedîa de nivîsiye. Çiya Mazî bi çîrokên de di gelek pêþbaziyan xelat jî girtine.
Berhemên wî ev in:
Kurteçîrok:
- Mistek Jiyan, 2003
- Mijarên Mîqro, 2009
- Bahol, 2011
- Peyarêk, 2013
- Tebatî, 2019
Helbest:
- Palûte, 2008
- Baranên Çilesrî, 2017
- Bayê Zewêdiyar
Werger:
- Ahûzîn (pirtûka Muslum Yucel), 2008
Lêkolîn / Gotar
- Ferhenga Gotinên Pêþiyan, 2005
- Baxek ji folklora kurdî-ji derdora Mêrdînê, 2014
- Ez çûm ku neçûm ku, 2015
- Tebatî / M.Çiya Mazî / Weþanên Berbang / Çîrok / 2019
- Bayê Zewêdiyar / M.Çiya Mazî / Weþanên Berbang / Helbest / 2019