‘Kîjan mafên mirovan?’ 10'emîn car tê
Diyarname
Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan? Îsal 10’emîn car li dar dikeve. Di vê çarçoveyê de dê 35 berhemên li ser mijarê bêne pêþkeþ kirin.
10 sal in balê dikiþîne ser mafên mirovan
10’emîn Festîvala Kîjan Mafên Mirovan? 7’ê mehê dest pê dike. Festîval her sal pirsa kîjan mafên mirovan dike, berhemên li ser mafên mirovan pêþkêþ dike. Pirsgirêka penaberan, pirsgirêka jinan, pirsgirêkên li Tirkiyeyê û li dinyayê mijarên bingehîn ên festîvalê ne. Îsal di navbera 7-11’ê mehê de fîlmên li ser mafên mirovan ên ji Kanada, Hindistan, Lubnan, Misir, Filistîn, Hollanda, DYA, Avusturya, Almanya, Swêd hatine anîn, her wiha hilbijêrek berfireh ji Tirkiyeyê dê bêne nîþandayîn. Kurtefîlm, fîlmên metrajdirêj û belgefîlm bi t emamî 35 berhem hene.
Ji bilî nîþandayîna fîlman xebatên atolye, formu, panel û gotûbêj jî wekî çalakiyên din tên eli darxistin. Ev xebat li Stenbolê li cihên wekî Salona Cezayîn, Komeleya Altyazi Sînema, SGDD-ASAM û Tutun Deposu, fîlm jî li Aynali Geçit (li Beyogluyê) û TAK’ê (li Kadikoy) têne nîþandayîn. Her wiha beþek ji hilbijêra fîlmên festîvalê di heman demê de dê li Amed û Batmanê jî bêne pêþkêþ kirin.
“Mala me ku der e?”
Di beþa her demî ya festîvalê de “Evminiz Neresi? Mala me ku der e?” beþek berfireh pêþkêþ dike. Di vê beþê de "Mustesna Mekânlar" (Spaces of Exception / Matt Peterson-Malek Rasamny) ligel beþdariya derhênerê fîlm Matt Peterson li Tirkiyeyê yekemîn car tê nîþandayîn. Fîlm li ser ‘kampa xwecihiyên li DYA’yê’ û penaberên filistînî yên li Lubnanê li ser heman xetê nîþan dide. “The Remains – After the Odyssey” (derhêner Nathalie Borgers), “You Come From Far Away” (derhêner Amal Ramsis), “You are My Friend” (derhêner Petra Lataster Czisch - Peter Lataster), “Amina” (derhêner Kivilcim Akay) hin belgefîlmên di vê beþê de dê bêne nîþandayîn. Her wiha “Ruzgârin Goturdugu” ( derhêner Helin Çelik) ku îsal di Documentaristê de Xelata Fipresci girt û “Tanri Goçmen Çocuklari Sever mi Anne?” (derhêner Rena Lusin Bitmez) ku di Festîvala Fîlman a Stenbolê de îsal xelat girt jî têne nîþandayîn.
“Tirkiye ber bi ku ve?”
Di beþa “Tirkiye ber bi ku ve?” de li ser mexdûrên KHK’ê (Biryarnameya di Hikmê Zagonê de), li ser sê komkujiyên serdema nêz, li ser kezayên di dema kar de çêdibin belgefîlm dê derkevin pêþberî temaþevanan.
Beþek taybet ji bo windakirina mirovan hatiye amadekirin ku di vî warî de belgefîlmê “Bîr” ê Veysi Altay û “Erased,_Ascent of the Invisible” ê derhêner Ghassan Halwani ji Lubnanê têne nîþandayîn. Beþa nû ya festîvalê “Yok Oluþ Ýsyani” (Serhildana Têkbirinê) ye ku di vê beþê de belgefîlmên li hemberî têkbirina dinyayê hatine çêkirine dê bêne nîþandayîn. Meseleya okyanûsan, meseleya endustriya tixuman, çîroka têkbirina Heskîfê dê bibe mijara festîvalê. Di vê beþê de ev belgefîlm hene: “Keþtiya Anote” (Anote's Ark / derhêner Matthieu Rytz), “Kokler Arasinda” (derhêner Gamze Terra), “Aether” (derhêner Rûken Tekeþ).
Di nav kurtefîlman de “Barê Giran” ê Yilmaz Ozdul, “Ah, Asuman!” ê Umit Kivanç ku ji çîroka Selahattin Demirtaþ hatiye girtin, “Cadi Uçlemesi 13+” ê Ceylan Ozgun Ozçelik jî hene.
Nîþandayîna fîlman û hemû çalakiyên din ên festîvalê bê pere ne.
Ji bo agahiyên zêdetir:
www.hihff.org
FB: /Documentarist
instagram: /documentar_ist
twitter: /documentar_ist