'Sidiq û Piling' li Holandayê bi ser ket
Diyarname
Festîvala belgefîlman 2Doc ku ji aliyê IDFA'yê ve tê organîzekirin 27'ê mehê belgefîlmên bi ser ketin hatin xelatkirin. Belgefîlmê derhênerê kurd Rêber Dosky ê bi navê "Sidiq û Pilind" Xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt.
Festîvala ku di warê belgefîlman de li dinyayê festîvalek girîng e îsal 32'yemîn car li dar ket. Merasima xelatdayînê li Enstîtuya Fîlman EYE ya li Amsterdama Hollandayê li dar ket. Fîlmê Dosky "Sidiq û Panter" bi Xelata Fîlmê Herî Serketî hat xelatkirin. Dosky di belgefîlm de ketiye dû çîroka Sidiq ku li çiyayan ketiye pilind. Ev 25 salên wî ne ku dixwaze vê pilingê bibîne û bi delîl eþkere bike ku ew li çiyayên Kurdistanê ew heye.
Di þevê de Maasja Ooms bi belgefîlmê xwe "Rotjochies" Xelata Taybet a Juriyê girt. Her wiha heman belgefîlm di beþa Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî û Vesazkirina Herî Serketî de jî bi ser ket.
Di beþa belgefîlmên metrajdirêj de belgefîlmê Heidi Hassan û Patricia Pérez Fernández ê bi navê "In a Whisper" xelata Belgefîlmê Serketî girt. Di vê beþê de Xelata Derhênerê Serketî Mehrdad Oskouei bi belgefîlmê xwe "Sunless Shadows" bi dest xist.