Di 'Rojên Fîlmên Kurdistanê' de 4 fîlm hene
Diyarname
Navenda Kurdan a Demokratîk a Cenevreyê û TEV-ÇAND bi hev re li Cenevreyê Rojên Fîlmên Kurdistanê li dar dixin. Rojên Fîlman dê 13 û 14'ê meha pêþiya me li dar bikev û hatinên ji çalakiyê dê ji bo Rojava bêne bikaranîn.
Di 2 rojên çalakiyê de dê 4 fîlm bêne nîþandayîn. Li gor bernameyê 13'ê mehê saet 18'an de dê bername bi kokteylek li dar bikeve. Di vekirinê de derhêner Selim Yildiz jî dê amade be. Saet 19'an de dê belgefîlmê Leyla Toprak "Dûr e" bê nîþandayîn. Piþtî wî dê belgefîlmê Selim Yildiz "Bêdiyalog" bê nîþandayîn.
14'ê mehê saet 18.30 de kurtefîlmê Aram Dildar "Haziriyek ji bo Derengmayînê", dûre jî fîlmê Hinar Selîm ê bi navê "May Sweet Pepper Land" dê bê nîþandayîn. Cihê nîþandayînê: Cinéma Spoutnik 4 Place Voltaire Genève.