Suphi Orak xwe kuþt
Diyarname
Berpirsê Weþanxaneya Komalê Suphî Orak ê 54 salî li Beylîkduziya Stenbolê piþtî peyamek li dû xwe hiþt, xwe ji qata 13'yan ve avêt xwarê û întîxar kir. Orak li cihê bûyerê mir.
Hat gotin ku berî bûyerê Orak ji bo xizmên xwe ji ser whatsappê re peyam þandiye û gotiye: "Ez ji dil ji we hemûyan hez dikim. Hûn hemû ji bo min girîng û bi qîmet in lê divê miheqeq hûn xayînên li nav xwe paqij bikin. Nexwe pêþeroj bi tarîbûnê dê bidome. Beþdariya ji bo cenazeyê min hûn bi wêneyên min ên bi berstûkan ve zêde bikin ezê kêfxweþ bibim."
Suphî Orak di 15 saliya xwe, di salên 80'yî de li Girtîgeha Amedê bû û yek ji girtiyên bi temen herî biçûk bû.
Demek berê jina wî ji ber qansêrê wefat kiribû û Orak gelek ketibû bin bandora vê yekê û jê xilas nebûbû. Cenazeya wî roja 23'yê mehê saet 19'an de ji Morga Tiba Edlî bê girtin û dê bibin defin bikin.
Suphî Orak ku demek Berpirsê Weþanên Komalê bû, di qada weþangeriyê de ked dabû.
Weþanên Komal di salên 70'yan de dest bi xebatê kiribû. Di salên 80'yî de wekî gelek saziyan bi derbeyê re ew jî hatibû girtin. Di salên 90'î de Komalê dîsa dest bi xebatan kiribû û bi taybetî di van salan de zêdetir çalak bû û hin pirtûkên girîng weþandibûn.
Komalê di serdema weþangeriya xwe de nameya Celadet Alî Bedirxan a ji bo Ataturk þandibû, hin pirtûkên Îsmaîl Beþîkçî, "Janî Gel" a Îbrahîm Ehmed, pirtûka Xalfîn a li ser serhildanên kurdan ên Sedsala 19'an, pirtûkên li ser DDKO, serhildara Koçgirî û gelek pirtûkên din gihandibûn ber destên xwendevanan.