Tirs!!!
Asya Xerzan
Îþev dîsa dest ê þikestî min diêþe. Nizanim ne ji ber êþa dilê min e yan jî ji tirsa rasteqîniya pênûsa min e. Belkî jî êþa min ji pênûsê re giran e û nikare birînên min hilgire.
Nizanim. Lê tiþta dizanim ev e, eger pênûsa min bê tirs û fedî binivîse, wê êþ biaxive, wê mirin biaxive, wê bêxwedanî û bêxwedîtî biaxivin, wê welat, bajar û kolanên Ewropaya xopan biaxivin, wê çar demsalên salê biaxivn, wê tirs biaxive, wê erd biqeliþe, wê kevir bibarin, wê tirs ji xwe bitirse û wê mirovahî bimre. Eger heta niha nemiribe!
Erê îþev dîsa tirs ketiye dilê min û bêhedanî bi dilê min ketiye.
Ji tirsa kiras-guhertinê ditirsî?
Na! ji kiras-guhertinê qet natirsim, jixwe min carekê kiras guhertiye lewma jî ne wekî te me.
Ji te ditirsim, ji wî ditirsim, ji wê ditirsim.
Ji însanan ditirsim.
Ew kî bû gotibû ademîzad xinis e, mirovfiroþ e
Heger carek din kiras biguherim ez ê ji Ezdayê dilovan bixwazim bila kirasê lawirekî li min bike.
Xwezî ez bibûma seyek û kûçik an jî bibûma hespek, na na ez bibûma teyrekî baz û têr bilind bilind li ezmanê azad bifiryama...
Carna jî ji xwe û heta ji siya xwe jî ditirsim. Ji hezkirinê ditirsim, tevî ku ji bo hezkirinê dikarim bimrim.
Ji jînê ditirsim halbûkî ji bo jiyanek azad dikarim xwe feda bikim lê dîsa jî ditirsim. Ditirsim te biêþînim. Ditirsim tu ji min fêm nekî, ditirsim tu min afaroz bikî... Ma qe ez qewmê xwe nas nakim. Dizanim yên herî biaqil tu yî û bi hezaran zanyarên mîna te þêx û rîspî el û eþîrên me wê min afaroz bikin, ji civakê dûr bixin û tu yê jî ji wan re li çepikan bixî.
Dizanim niha dibêjî heya rûyê te teqiyaye. Bawer bike ji bo min qet ne xem e!
Ez ê bêjim...
Ku ez nebêjim û nenivsînim tu û ew ê çawa rastiya vê çîrokê bizanibin.
Ka hiþ be, ka min guhdar bike. Tu min guhdar bikî û nekî jî ez ê bêjim. Min guhdar neke lê vê rastiyê baþ bizanibe û van gotinên min wekî guharekî têxe guhê xwe û jê dernexîne. Wê zarok û çîçirkên zarokên te min bixwînin. Dibe ku ew êdî we afaroz bikin.
Eyb
Þerm
Fedî
Guneh
Tirs
Ev çi ne vêca?
Ez yekî ji wan nas nakim!
Ma ew ne þerm û eyb bû ya ku me dikuþt? Ma navê wan ne tirs û guneh bûn yên me dikirin qurban ji bo xwe. De îca bila þerm bimre, bila eyb û fedî bimrin, bila tirs ji xwe bitirse û bimre...