Çîroka Þêxo Fîlîk, ne bû mamoste ne jî parêzer
Cemil Oguz
Erê, ew nivîskarekî baþ e, pêre jî me dixwest bibêjin Þêxo Fîlîk mamoste û parêzer e jî lê na, ne her du ye jî û loma niha bûye mijara portreya me ya niha. Em ji serî de dest pê bikin...
Þêxo Fîlîk di sala 1982'yan de, di serdema ku serdestiya Derbeya Rezberê li ser hemû Tirkiyeyê û her wiha zêdetir li ser bajarên kurdan hebû de li bajarekî kurdan, li Semsûrê hatiye dinê. Dibistanên pêþî li wir temam dike.
Dibe mamoste
Piþtî xwendinên destpêkê li zanîngehê beþa mamostetî xwendiye. Di sala 2006'an beþa mamostetiyê qedandiye û heman wê salê dest bi mamostetiyê kiriye. Ji heman salê ve heta îro li gelek saziyên wekî Kurdî-Der, Egîtîm-Sen û TMMOB'ê dersên kurdî dane.
Ji roja bû mamoste ve tam 10 salan di vî warî de ked daye, zarok gihandine. Sala 2016'an, di 10 saliya mamostetiya xwe de bi KHK'yek (Biryarnameya di Hukmê Zagonê de) ji kar hatiye avêtin. Wekî gelek mamosteyên kurd ê wî jî avêtinek neheq, bê heq û hiqûq bûye. Di sala 2012'yan de ji ber ders daye ji 'Doza KCK'ê hatiye darizandin. Belkî ji ber vê yekê ye jî di sala 2013'yan de ligel karê xwe wekî zanîngeha duyemîn dest bi hiqûqê kiribû lê ji ber karê xwe û ji ber xebatên xwe yên wêjeyî ev beþ nedomandibû. Di vê dema ku ji bêhiqûqî ji kar hatibû avêtin wî berê xwe da hiqûqê û ji bo li hiqûqê bigere, belkî bikaribe hinan biparêze jî ji cihê mabû dom kir.
Fîlîk, di sala 2018'an de beþa hiqûqê temam dike, diplomayê distîne û li Baroya Amedê dest bi staja parêzeriyê dike.
Wezaret Ruhsatê nade
Di salek de staja wî temam dibe û ji bo ku ruhsata parêzeriyê bigire serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dide. Êdî bûye parêzer, dîploma girtiye, mafê stajê jî girtiye ku ev hemû gavên hiqûqî ne, ev gav hemû li dû xwe hiþtine lê na, Wezaretê nehiþt gava dawî temam bike û ruhsat nedane wî. Belê, þaþ nehat fêmkirin, Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kesê ku ruhsatê heq dike red dike û dibêje ez ruhsatê nadim te, tu nikarî ofîsek vekî û parêzerî bikî...
Dê kî li kî doz veke?
Niha dê çi bibe? Çi bibeya wê gelek tevlihev e. Em nikarin ji navê derên, loma em serî li wî didin ji bo serê me yê tevlihevbûyî zelal bike: "Niha ji bo ku ew jî biryara xwe bide ji Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) re þandiye.
TBB yan wê serîladana min qebûl bike û ruhsatê bide min, yan jî ewê jî wekî wezaeretê red bike. Jixwe pirsgirêk jî ji vir dest pê bike, heke TBB qebûl bike û ruhsatê bide jî vê carê wezaret dozê li min vedike û ruhsatê betal dike, heke TBB red bike vê carê ezê dozê li wan vekim.
Axir dawiya dawî ez qezenc dikim û ruhsatê distînim lê hinekî dûvdirêj û bi serêþan dibe."
Aliyên wî yên wêjeyî
Me qala serpêtahiya mamostetî û ya parêzeriya Þêxo Fîlîk kir, lê ew ne ev tenê ye. Ew di heman demê de çîroknivîskar e, qunciknivîskar e.
Wî yekem car bi "Hebanoka Çîrçîrokan" (Weþanên Þaredariya Batmanê / 2013) gav avêt nava qada wêjeyê. Dûre ji Weþanên Avestayê pirtûka wî ya çîrokan "Bêbavî" (2015) derket.
Ji bilî van wergera wî "Biraz Dolaþacagim" (Bijarteya kurteçîrokên nûjen ên ji kurdî bo tirkî wergerandî, Weþanên Can, 2016) hatibû weþandin. Her wiha bi çîrokên xwe "Xelata Mansîyonê ya Pêþbazîya Çîrokan a Abdullah Duran" û "Xelata Duyemînî ya Pêþbazîya Çîrok û Helbestan a Huseyin Çelebî" girtibû.
Þêxo Fîlîk ku niha li Amedê dijî pêvajoya qunciknivîskariya xwe ya di malpera me Diyarnameyê de didomîne. Wî di meha yekem a îsal de di quncikê xwe "Roja Nehþemî" de dest bi nivîsandinê kiribû û heta niha gelek nivîsên balkêþ weþandin.
(Foto: Bîlal Guldem)