Destkariya kolonyal ya li wêjeya kurdî
Dilawer Zeraq
Her çi qas em ê wê di biwara wêjeyê de dorteng bikin jî; destkariya kolonyal a ku me xistiye behsê, hem bi çand, hem bi kelepûr, hem bi folklor hem jî bi zimanê mêtingehê ve pêwendîdar e. Loma jî, ji bilî ziman, bêyî ku em bi mijarên din de kûr biçin, em ê bêtir li ser destkariya kolonyal ku di qonaxekê de li wêjeya kurdî hatiye kirin, bisekinin.
Pêkanînên mêtingeriyê yên berî 12'ê Îlonê (Rezberê), ji bo bi serketina pêkanînên xwe yên asîmîlasyonîst her rê û rêbaz hêçandin û pêkanîn. Ji bilî ziman, di biwara muzîkê de jî destkariyên baþ dikirin; stranên kurdî bi stranbêjên kurd ji bo tirkî didan wergerandin û bi tirkî bi wan didan gotin. Herçî biwara wêjeyê bû, ji bilî çend nivîskarên ku bi tirkî pirtûkên roman û helbest nivîsîbûn, kesî meyla xwe nedabû ser nivîsîna bi tirkî. Jixwe wê çaxê ev yek bo hiþê mêtinger pir ne girîng bû; ji ber ku armanca wê ya sereke û girîng, asîmîlekirina rih û zimanê kurdan bû. Û hingê tu xemeke mêtingeriyê jî tunebû ku ji xwe re rewþenbîrên kurd çêke.
Di sala 1992yan de, li bakur, di nivîskarî û xwendewariya kurdî de, qonaxeke taybet dest pê kir. Ev qonax nediþibiya tu qonax û serdema berî xwe. Ji ber ku heta wê demê, qewameke wekî 12'ê Îlonê wekî hûtekî hov ê heftserî berê xwe dabû kurdan. Tekane armanca wê; jinavêrakirina hemû nirx û hêmanên kurdan bû ku her yek nîþaneya zanava (identity) neteweyî bû.
Belê, 12'ê Îlonê, derba dawî ya biserketina asîmîlekirina kurdan bû û qonaxa asîmîlasyonê jî êdî berê xwe dabû ser rêya temambûnê. Lê belê, kend û kospên neberisandî (hesabnekirî) çêbûbûn li berê. Û bi ser halan de jî, mêtingeriyê bi xwe, di sala 1992'yan de, bi qanûnên xwe car din kurdî serbest kiribû. Bi vê serbestiya dorteng, kovar û rojnameyên bi kurdî weþiyan; û pê re jî di biwara ziman û wêjeyê de vejîn û nûþînbûnek pêk hat. Û komek xwendevan-nivîskarên ku di nava xwe de dibûn du beþ, li dora van weþînekan li hev hêwirîn û meyl û pala xwe dan ser ziman û wêjeya kurdî. Nivîskar-xwendevanên vê qonaxê, ji du beþan pêk dihat; 1) ên ku berî 12'ê Îlonê li jiyanê xweþ bûn û di wê demê de jî bi ziman û kelepûra kurdî daketibûn, 2) ên ku berî 12'ê Îlonê li jiyanê xweþ bûn, -an xortên xama an jî zarok bûn- lê belê piþtî sala 1992'yan bi ziman, wêje û kelepûra kurdî daketin.
Fanon dibêje, “Mêtingerî ji nav bindestên xwe ji xwe re rewþenbîran diafirîne. Ew rewþenbîr nirxên ne þênber û gerdûnî ên mêtingerên xwe dipejirînin, (…) û ji ber ku mêtingerî bi hemû awayên fikirînê lê kar kiriye, (…) û ji ber ku hîn bûye ku efendiyên wî, wî derxînin pêþ, (…) nabîne ku gava ew hew bi kêrî mêtingeriyê were, mêtinger êdî wî naþîne ber golikan jî.”*
Destkariya kolonyal ya li wêjeya kurdî di vê qonaxê de dest pê kir. Demê heta sala 1998'an kudandibû û mêtingeriyê hê jî di biwara wêjeyê de ‘ji xwe re rewþenbîrên kurd’ neafirandibû. Û êdî wêjeya kurdî jî xizmetî zimanê kurdî dikir. Loma jî, mêtingeriyê diviya destkariyekê bikira. Serê pêþîn, bi destê kurdan, berê xwe da mala wêjeya kurdî û xwest ji hundir de birizîne; loma jî, -bi awayekî berevajî ve- berhemên wêjeya kurdî bi destê kurdan bo tirkî da wergerandin. Û dîsa bi destê rewþenbîrên xwe yên ‘demokrat û çepgir’, bo berhemên kurdî ku wergeriyan tirkî, fizildûmana nivîsên ‘dana binçengê’ rakir. Pê re jî, reklam û çapemeniya xwe jî tev li vê çalakiya pesndan û dana binçengê kir û em heqê wê nexwin; di encamê de, hejmarek zêde kurdên ku îhtîmal bû ku bi kurdî bixwînin, bi vê pêkanînê berê xwe dan tirkî û berhemên wêjeyî yên kurdî, bi tirkî xwendin. Û em heqê xwe jî nexwin; hejmarek nivîskarên wêjeya kurdî ketin ber þewqa dilkêþiya ‘navdariya di ser zimanê mêtinger re’ û destûr dan ku berhemên wan ên wêjeyî bi destê kurdan ji bo tirkî bê wergerandin. Çendî ku vê rewþê dûman bi ser wêjeya kurdî ya ‘serhiþk û kakilxurt’ xist jî, piþtî demekê fisiya. Lê belê, kurmê mêtingeriyê neþikiyabû.
Rêbaza duyem, derblêdana ji derve de bû. Ji bo vê jî, mêtingeriyê berê xwe da ser hin kurdên nûhatî ku çavên wan bi þewqa ‘zimanê mêtinger’ geþ dibû. Û pir tê de neçû, kurdên ku dê zimanê xwe yê dayikê biþemirandana û bi zimanê mêtingeriyê binivîsandana û çîrok û jiyar û mîrateyên zimanê bav û kalên xwe bibirana bikirana milkê mêtingerê xwe, peyde kir. Û mêtingeriyê, tavilê xelat û diyariyên xwe jî amade kir û da destê kurdên ku bi zimanê wê dinivîsîn.
Vê rewþê, hêrseke Fanoniyane ya dij-serdest(î) bi kurdînûsan re çêkir û her ku çû hêrsa wan kûrtir û qayîmtir bû. Loma jî, van pêlên dawî nivîskar Sîdar Jîr û helbestkar Ulku Bingol di twetterê de wiha dinivîsîn:
“Kurdên ku bi “TIRKÎ(!)” dinivîsin û pirtûkên xwe li zimanê dayika xwe yanî li “kurdî” didin wergerandin, ÇOK ÝTÝCÝSÝNÝZ”**
“Ji we re dibêjim kesên bi Zimanê biyanî dinivîsînin re dibêjim; di vê Qonaxa Nû de di “ÎLONA NÛ” de hemû kurd berhemên we bixwînin jî dê bi qasî serê derziyê jî guhertinek çênebe, lê bes kurd’ek tenê jî berhemek kurdî bixwîne dê guhertinek çêbibe.”***
A rast, her du wêjekarên kurd(î), bi hêrsa xwe, bersiv(a nivîskariya Kurdî) didan mêtingeriyê. “ÇOK ÝTÝCÝSÝNÝZ”, amaje bi qebîhî û cirnexweþiya zimanê serdestan dikir ku reng û bêhna xwe dabû ser kurdên tirkînûs. Û gotina “dê bi qasî serê derziyê jî guhertinek çênebe” jî, raxurtiya hêrsa kurdînûsan dida der. Û ev hêrsa hanê, li ba (me) kurdînûsan xurt û mezin dibû û me bi hev re digot; em in, bi serhiþkiya peyva Xanî ‘xodreste’ û bi kakilxurtiya Cizîrî ‘perwerî.’
*Fanon Frantz, (2007) Yeryüzünün Lanetlileri, Versus yay., rp, 51-53
** Sîdar Jîr
*** Ülkü Bingöl
09.11.2019, Yenî Ozgur Polîtîka
**
Nivîsên Dilawer Zeraq ên ku berê di Diyarnameyê de bi vî awayî hatine weþandin:
- “Felaket im” an jî Hunera dij-serdest(î)
- Osman Sebrî; perîferiya Kurmancî
- Fermana Bêjarê
- Nehewiyên Zimên
- Desthilata Gramerê
- Keviya Wêjeyê
- Þanehezên wêjeya kurdî
- Xwebûniya Wêjeya Kurdî
- Tirsa wêjeya Kurdî
- Neçariya Wêjeya Kurdî
- Desthilata Wêjeyê
- Dîketiya Kurdan
- Yekrehî-Durehî û Wêjeya Kurdî
- Mala Wêjeyê
- Þûngeha rexneyê
- biçûk bûm...
- Hunera ji malê
- “Kuyruklu Kurt” û “Berxwedan”
- Heyîkirina Hebûniyê
- Zimanekî, ê xwe -Em berxên dayika mezin in-
- Fêrikê Ûsiv; helbestbêjê evîna kirde
- Kî Me Ez
- Edaleta Desthilatê a Wêjeyî
- Zimanê agahiyê
- Kurmancî ji ku ye?