Bi kurdî du 'Madonna' derketin û nîqaþê dest pê kir
Diyarname
Pêþî em bibîr bixin: Romana bi navê "Kurk Mantolu Madonna" ji aliyê nivîskar Sabahattin Ali ve bi tirkî hatiye nivîsandin. Yekem car di sala 1943'yan de hatiye weþandin û niha wekî klasîkek tirkî di nav qada wêjeya kurdî de cihê xwe girtiye. Romaneke evîniye. Roman çîroka evînî ya Maria Puder û Raif Efendî tîne ziman. Romana ku niha hê jî bi tirkî ji aliyê Weþanên YKY'ê ve tê weþandin, heta niha 98'emîn çapa wê hatiye weþandin.
Piþtî ku 70 sal bi ser weþandina romanê re derbas bû ji bo wergera zimanên din mafê telîfê jî ji holê rabû. Bi vê re roman bi kurdî jî derket. Derket lê ne kesek, du kesan wergerandiye; çap bû lê ne weþanxaneyek du weþanxaneyên kurd bi hev re, di heman demê de pirtûk çap kirin û pêþkêþî xwendevanan kirin.
Pirtûka bi wergera Yunus Das ji Weþanên J&J, bi wergera Receb Dildar ji Weþanên Darayê derketiye. Kurdiya romanê niha li Fûara Pirtûkan a Stenbolê li ser standa her du weþanxaneyan heye û yên bixwazin dikarin bi dest bixin.
J&J'yê roman bi navê "Madonyaya Mantokurk lê", Darayê bi navê "Madonnaya Bi Mantoyê Kurk" bi weþandiye. Bi navên cuda cuda weþandina romanê di qada tora civakî de jî bû mijara nîqaþê û gelek kesî tiþtin nivîsîn. Kesek bi navê Doryesh Ziktij jî ev pêþniyar kiriye: "Bu kurdî kurmancî navê pirtûkê wisa dibe: Madona ya bi Mantoyê ji Post, yan jî Madonaya Mantoyê Post Lê."
Ji wan nivîskar Cîhan Roj wisa nivîsî. "Xuya ye di wergera navê romanê de lêgerîn hene. Gelo çima navê romanê di kurdî de naguherînin? Di zimanên din de hin nav an têne adaptekirin an jî li gorî naverokê ji nû ve nav lê tê danîn..." Roj piþtî van gotinan pirsa "Ma 'Mantoyê Madonnayê' ne bes bû?" kiriye.
Huseyn Zana ku heta niha edîtoriya gelek pirtûkan kiriye wî jî wisa nivîsiye "Min kitêb nexwendiye. Bi ya min jî navê kitêbê xweþ wernegerandine" û ev pêþniyar kiriye: "Madonnaya Mantokurk."
Li dinyayê wergêr gelek caran navan naveroka pirtûkê û li gor zimanên ji bo wê werdigerînin diguherînin. Dema pirtûka Orhan Pamuk "Benim Adim Kirmizi" ji bo îngilîzî hat wergerandin, wergêrên îngilîz gelek nîqaþ kirin ku navê "My Name is Red" lê bikin yan tiþtek din lê bînin...
Axir di kurdî de bi du navên cuda hatibin weþandin jî klasîkek ji bo kurdî hatiye wergerandin û li benda xwendevanên xwe ye.
Wekî nota dawî, romana ku heta niha tenê YKY'ê dikarî çap bike ji ber ku telîf di destê wan de bû, bi rabûna mafê telîfê re îsal hin weþanxaneyên din ên tirk jî ev roman û pirtûkên din ên Sabahattan Ali çap kirin.