Cenazeyê dîktator ji 'Newala Þehîdan' birin nav gora malbatê
Diyarname
Dîktatorê Spanyayê Francisco Franco li abîdeyê bû lê îro ew ji abîdeyê derxistin û birin li goristana malbatê definkirin. Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez li ser vê wisa got: "Þerma ji aliyê ehlaqî ve îro bi dawî bû."
Di navbera 1939-1975'an de Spanya bi dîktatorî hat bi rê ve birin. Van salan dîktator Francisco Franco welat bi rê ve bir û gelek êþ bi gelên Spanyayê da jiyîn. Ew di 20'ê sermaweza 1975'an de mir û cenazeyê wî li "Newala Þehîdan" hatibû definkirin. Piþtî 44 salan cenaze ji wir hat derxistin û li goristana malbata wî ya li Mingorrubio hat definkirin.
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez li ser vê wisa got: "Þerma ji aliyê ehlaqî ve îro bi dawî bû" û wisa dom kir: "Li welatekî demokratîk a wekî Spanyayê nedibû gora dîktatorekî li cihek wisa ba, ev yek þerm bû, ji îro pêde dê Newala Þehîdan bi mexdûrên rejima dîktator bê bibîranîn."
Her wiha Sanchez got ku demokrasiya me ne tenê li ber çavên me li ber çavên dinyayê prestîja wê bilindtir dibe.
Piþtî pêvajoyeke dû dirêj Dadgeha Bilind a Spanyayê dawiya meha borî biryara veguhastina gorê dîktator dabû.