Xelata Aurora dan aktîvîstê kurd Mîrza Dînnayî
Diyarname
Xelata Mirovahiyê "Aurora" li ser navê ermeniyên ji komkujiyê rizgar bûne tê dayîn. Xelat îsal dan aktîvîstê kurd Mîrza Dînnayî. Xelat hêjayî mîlyon dolarek e.
Îsal 4'emîn car e ev xelat tê dayîn. Aktîvîstê kurd ê êzîdî Mîrza Dînnayî êvara 19'ê mehê bi merasimek mezin ku li Ermenistanê li dar ket xelata xwe girt. Dînnayî Serokê Weqfa Luftbrucke Iraqê ye. Komeleyê piþtî êrîþa çeteyên DAIÞ'ê yên sala 2014'an heta niha ji bo kurdên êzîdî xebat kiriye. Ji ber vê xebata xwe Dînnayî hêjayî vê xelatê hat dîtin.
Her wiha ji Nîjeryayê avakarê Weqfa Îslama Prowess Zannah Bukar Mustapha, ji Yemenê jî parêzer û aktîvîst Huda Al-Sarari xelata "Hewldana Alîkariya Mirovî ya Aurora" ku berdêla 50 hezar dolarî ye girtin.
Foto: Arsen Sargsyan/NEWS.am