Wezîrê Îtalyayê: Fînala Lîga Þampiyonan bila ne li Tirkiyeyê be
Diyarname
Li gor biryara UEFA'yê maça fînalê ya Lîga Þampiyona sala bê dê li Tirkiyeyê bê lîstin. Îra Wezîrê Sporê yê Îtalyayê Vincenzo Spadafora ji UEFA'yê xwest ku ji ber êrîþa Tirkiyeyê ya li ser Rojava maçê bigirin welatek din.
Li gor nûçeya ANSA'yê Spadafora li ser meseleyê nameyeke ji bo Serokê UEFA'yê Aleksander Ceferin re þand. Di nameyê de got ku piþtî "êrîþên Tirkiyeyê yên il ser gelê kurd ê sivîl lîstina maçê li Tirkiyeyê guncav e yan na?" Wezîrê îtalî xwestiye maça ku dê 30'ê gulana 2020'an bê lîstin ji nû ve bê nirxandin û biryarek bê dayîn.
Wezîr di nameya xwe de gotiye ku tiþtên dramatîk ên li Sûriyeyê diqewimin dê ji holê neyên rakirin û wisa gotiye: "Em hemû girîngiya vê maça muhîm a dinyayê dizanin, loma bila ji nû ve bê nirxandin."
Wezîr bal kiþandiye ser biryara Yekîtiya Ewropayê ku êrîþ þermezar kiriye û wisa dawî li nameyê aniye: "Fûtbola Ewropayê dê biryareke dilpola bide û nîþan bide ku spor amûreke aþtiyê ye."
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Volkswagenê jî biryara xwe guhart
- Çînê xwest þer raweste (agahiyên roja 7'an)
- Buldan: We nava xwe de çi aþtî çêkiriye dora bakurê Sûriyeyê ye
- Trumpî tiþtên ku dê bike eþkere kir
- Saziyên sivîl ji Nisêbînê bang kirin (agahiyên roja 6'an)
- Rêverberiya Xweser: Erka hikumeta Sûriyêye ku sînorê xwe biparêze
- QSD: Bila qada navneteweyî gavên pratîkî biavêje
- Kayhan Kelhor konsera xwe ya Stenbolê betal kir
- Lîstikvanê navdar George Cloney jî ji bo kurdan deng bilind kir (Agahiyên roja 3'yan)
- Ji banga Elî Qazî heta axaftina Trump, ji îro agahiyên derketine
- 14 partiyên Baþûr dest bi çalakiyan dikin