Cîgirê Trump û Wezîrê Karên Devre tê Tirkiyeyê
Êrîþa li ser Rojava di roja 7'an de ye. Vaye agahiyên îro derketine pêþ:
21.00: Cîgirê Trump û Wezîrê Karên Devre tê Tirkiyeyê
Cîgirê Serokdewletê DYA'yê Mike Pece û Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo roja çarþemê tê Tirkiyeyê. Trump ev yek ragihand û got ku serdan bi armanca "sazkirina þerrawestinê" çêdibe.
Qesra Sipî jî ragihand ku Pence roja pêncþemê dê ligel Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan hevdîtinê çêbike û wisa got: "Cîgirê Serok Pence dê gotina Serok Trump ragihîne ku heta çareserî çêbe dê cezakirinên aborî bidomîne."
Yek ji rêveberên rêveberiya Trump ji bo Reutersê ragihandiye ku qesta ji þerawestinê ew e ku pêþveçûna artêþa Tirk bidin rawestandin.
19.00: Spanyayê jî biryara nefirotina çekan da
Piþtî Fransa, Îngilistan, Almanya, Hollanda, Norwec, Fînlandiya, Çekya û Îtalyayê, welatê Spanya jî biryara nefirotina çekan da.
Wezareta Karên Derve ya Spanyayê daxuyand ku dê pergala parastina hewayê bi paþ ve bikiþînin, firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bidin rawestandin. 18.30: Mebûsên Almanyayê êrîþ þermezar kir Mebûsên alman ên li hikumet û li muxalefetê êrîþa Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava þermezar kirin. Wekîlê Serokê Koma Yekîtiya Xiristiyanan (CDU/CSU) Ralph Brinkhaus ku ew þirîkê hikumetê ne îro berî civîna koma wan axivî: "Ev êrîþa li derveyî hiqûqa navneteweyiye em qebûl nakin." BRinkhaus di heman demê de diyar kir ku operasyona leþkerî ya Tirkiyeyê li Almanyayê dê bibe sedema pevçûna tirk û kurdên li Almanyayê. Cîgirê Serokê Koma Partiya Sosyal Demokrak (SPD) Rolf Mutzenich ku ew jî þirîkê koalîsyona CDU/CSU ne êrîþa Tirkiyeyê bi tundî þermezar kir û got ku Serokomarê Tirkiyeyê hiqûqa navneteweyî binpê dike. Endamên Partiya Keskan, FDP jî dijî êrîþê derketin.
18.00: Reuters: Konseya NY'yê dibe çarþemê bicive
Ajansa nûçeyan a Reutersê nivîsand ku dibe roja çarþemê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyê Yekbûyî ji bo bûyerê carek din binirxîne lihev bicive. Ajansê gotiye ku dîplomatek ji bo wan ragihandiye ku welatên endam Îngilistan, Fransa, Almanya, Belçîka û Polonya daxwaza civandinê kiriye. 17.55: Parlemena Kurdistanê daxwaza yekîtiyê kir Îro parlementoya Herêma Kurdistanê rûniþtineke taybet li ser êrîþên dewleta çêkir. Di rûniþtinê de li gel piþtgiriya siyasî, dîplomatîk û madî ji bo rojavayê Kurdistanê, hemû fraksyonan daxwaza yekrêziya kurd û derxistina hêzên biyanî (Tirkiye) ji baþûrê Kurdistanê kirin. Parlemenê 12 xal eþkere kirin ku di van de daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê û dezgeha serokatiyê kir ku bi hemahengiya hikumeta Federal û aliyên siyasî, bikevin nava hewldaneke dîplomatîk ji bo piþtgirîkirina bijardeya aþitiyê.
15.30: UEFA'yê lêpirsîn da dest pê kirin Duh êvarê tîmên neteweyî yên Fransa û Tirkiyeyê li Fransayê hatin hemberî hev, maç 1-1 i bi dawî bû. Di maçê dê lîstikvanê tirk Kaan Ayhan di deqîqeya 81'ê de gol avêt û lîstikvanên tirk silav li leþkeran kir. Li gor rêgezên fûtbolê ev yek qedexe ye. Li Fransa û Almanyayê bertekek mezin li hemberî vê tevgera lîstikvanên tirk çêbû. Li ser vê yekê UEFA'yê lêpirsîn da dest pê kirin. Wezîra Sporê ya Fransayê Roxana Maracineanu got ku silava leþkeriyê ne li gorî rêgezên fûtbolê ye û xwest lîstikvanên tirk bêne cezakirin. 15.00: Rusya: Minbic di destê Sûriyeyê de ye Piþtî li hevkirina HSD û rejima Sûriyeyê leþkerên Sûriyeyê hatin hin derên Rojava. Yek ji van deran jî Minbic e. Li ser vê Rusyayê ragihand ku bajarê Minbicê û derdora wê di bin kontrola Artêþa Sûriyeyê de ye. 14.30: Nûnerê Rus: Hevdîtin li Baregeha Hmeymîm çêdibin Her wiha Lavrentyev gotiye ku divê leþkerên Sûriyeyê li ser hemû sînorê Tirkiye-Sûriyeyê bêne bi cih kirin. 14.15: Rêveberiya Xweser: 270 hezar kes koçber bûne Rêveberiya Xweser a Rojav û Bakurê Sûriyeyê li ser þerê ku ev hefteyek e didome ragihand ku heta niha 270 hezar sivîl ji cih û warên xwe koçber bûne. Li gor rêveberî di nav van de 70 hezar zarok hene. Li aliyê din Weqfa Barzanî ragihand ku wan alîkarî ji bo gelê sivîl amade kiriye û ew dê biþînin. 14.00: YNK û PDK'ê bang li hikumetê kir Di civîna îro ya Parlemena Kurdistanê ya li ser êrîþa Tirkiyeyê de li ser nave Fraksiyona PDK'ê Umît Xoþnav, li ser navê Fraksiyona YNK'ê jî Cemal Hewêz axivî. Xoþnav got ku firaksiyona PDK’ê kuþtina welatiyên sivîl þermezar dike û daxwaz ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê dike ku ji bo rawestandina êrîþan û þer hemû hewldanên dîplomatîk bike. Nebez jî ji bo parastina gelê kurd bang li tevahiya hêzên siyasî yên kurd kir ku yekrêziyaa xwe ava bikin. Her wiha Hewêz ji hêz û civaka navneteweyî xwest ku zext bikin ku dawî li dagirkeriyê were.
Li gor nûçeya ajansa rus Interfaks, Nûnerê Taybet ê Putîn ê Sûriyeyê Alexander Lavrentyev gotiye ku Rusya di navbera kurdên Sûriyê û rejima Sûriyeyê de navbeynkarî dike û pinariya van hevdîtinan li Baregeha Leþkerî ya Hmeymim a Rusyayê çêdibin.
13.30 Til Xelef û Navenda Serêkaniyê
HSD'ê ragihand ku wan bajaroka Til Xelef û navenda bajarê Serêkaniyê carek din bi dest xistiye û niha bi temamî di destê hêzên wan de ye.
13.00: Çînê xwest þer rawesteBerdevkê Wezareta karên Derve yê Çînê Gent Shuang bang li Tirkiyeyê kir ku êrîþa xwe ya li ser bakurê Sûriyeyê rawestîne.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Buldan: We nava xwe de çi aþtî çêkiriye dora bakurê Sûriyeyê ye
- Trumpî tiþtên ku dê bike eþkere kir
- Saziyên sivîl ji Nisêbînê bang kirin (agahiyên roja 6'an)
- Rêverberiya Xweser: Erka hikumeta Sûriyêye ku sînorê xwe biparêze
- QSD: Bila qada navneteweyî gavên pratîkî biavêje
- Kayhan Kelhor konsera xwe ya Stenbolê betal kir
- Lîstikvanê navdar George Cloney jî ji bo kurdan deng bilind kir (Agahiyên roja 3'yan)
- Ji banga Elî Qazî heta axaftina Trump, ji îro agahiyên derketine
- 14 partiyên Baþûr dest bi çalakiyan dikin