Xelata Booker dan du jinan
Diyarname
Yek ji xelata herî bi prejetîj a di qada wêjeyê de Xelata Booker e. Îsal juriyê surprîzek çêkir û xelat li du nivîskaran parve kir.
Du nivîskarên jin, nivîskar Margaret Atwood bi pirtûka xwe "The Testaments" nivîskar Bernardine Evaristo jî bi pirtûka xwe "Girl, Woman, Other" xelat girt.
Êvara 14'ê mehê ji nav kurtelîsteya berendaman nav hatin eþkerekirin û xelat hat dayîn. Di merasima xelatdayînê nivîskar Atwood wisa got: "Ligel ku em her du jî di nav favoriyan de bûn lê em ne li bendê bûn."
Pirtûka The Testaments ku nû hatiye weþandin wekî berdewama pirtûka wê "The Handmaid's Tale" ku di sala 1985'an de hatibû weþandin tê hesibandin. Ev pirtûk li Tirkiyeyê bi navê "Damizlik Kizin Oykusu" li tirkî hatibû wergerandin û weþandin.
Pirtûka nivÎskar Evarista "Girl, Woman, Other" qala çîroka 12 karakterên jin ên reþik û sipî ku temenên wan di navbera 12-93 salî de ye û li Îngilistanê dijîn dike.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Kurtelîsteya Xelata Booker hat eþkere kirin
- Lîsteya dirêj a Xelata Booker hat eþkerekirin