'Flashhilat' wekî 'Flashava' derket
Diyarname
Fanzîna bi navê "Flashhilat" ku li ser fotografiyê nivîs û wêneyan diweþîne hejmara xwe ya bi navê "Flashava" derket.
"Flashhilat" ku mehê carek derdiket heta niha 8 hejmarên xwe derxistibûn. Di dema hejmara 9'an amade dikir Tirkijyeyê êrîþ bi ser Rojava. Amadekarên "Flashhilat"ê jî li ser vê yekê ragihandin ku dê hejmara xwe ya 9'an bi navê "Flashava" derxin. Edîtoriyê li ser vê yekê wisa gotiye: "Em bi bakur, baþûr, rojhilat û rojavayê xwe hene. Loma, fanzîna me ya ji fotografiyê dinizile, di hejmara nehan de navê xwe 'flashhilat'ê diguherîne û dike 'flashava'; sed silav û serketin li neteweya me ya li vê hêlê û li wê hêlê."
Di vê hejmarê de nivîskarê malpera me Diyarnameyê Þêxo Fîlîk hin hevokên Italo Calvino û Yavuz Ekinci bi bîr xistine û bi fotografekî ku Evîn Fîlîkê girtiye "Berojkê Kolajê" çêkiriye
Ciwanmerd Kulek bi "Fotraf û Bîr II" nivîseke xwe ya ku beþa wê ya yekê di sala 2017'an de hatiye weþandin temam kiriyeç
Esra Galtekin bi otoportreyên navên wan "Sînorên Redkirinê" balê dibe ser kifþkirina rû û por û bedenê.
Muþerref oönul Açar, bi "Þemamok, Bûn An Jî Nebûn"ê li dû þopa toza rêwîtîyeke li Îranê dikeve.
Birûsk Aryan bi "Rûniþtina li Ser Derencekan", Filiz Sutpak bi fotografekî kûçikekî behsa "parêzvanî"yê di vê hejmara fanzînê de cih girtiye
Di berga paþî ya fanzînê de bi navê "Nexþeya Nebûnê" fotografekî Rêkaþ Qaso heye.
Ji bo têkilî û xwestinê:
flashhilat@gmail.com