Senaryoya Abbas Kiarostamî jî sansur kirin
Diyarname
Kurtedemek berê derketibû holê ku ji ber peyva "Kurdistan" di hin pirtûkan de sansur hatiye kirin niha yeka din li wan zêde bû: Weþanên Es senaryona kiþandina fîlm a derhênerê îranî Abbas Kîarostamî sansur kir. Senaryoya kiþandina fîlmê "Tehma Kilyazan" ê Kiarostamî ji aliyê Artun Yeres ve ji bo tirkî hatiye amaadikirin û pirtûk ji Weþanên Es derketiye. Lê di pirtûkê de peyva "kurd" û "Kurdistanê" vala hatiye hiþtin, yanê hatiye sansurkirin. Di orjînala senaryoyê de û her wiha di fîlmê hatiye kiþandin û belavkirin de ev peyv li gelek sehneyan, li gelek cihan têne vegotin. Lê di pirtûkê de hatiye sansurkirin.
Agahiyên li ser fîlm
Derhêner Abbas Kîarostanî di sala 1997'an de fîlme xwe "Tehma Gilyazan" kiþandiye ku senaryo jî aîdê wî ye. Fîlm li Festîvala Fîlman a Cannesê jî hat nîþandayîn û ligel fîlmê SHohei Imamura ê bi navê "Marmasî" xelata Palmiyeya Zêrîn girt. Ji bilî ji Komeleya Rexnegirên Fîlmên Neteweyî yê DYA'yê Xelata Herî Serketî yê Fîlmê Biyanî girt. Di fîlm de Humayun Erþadi, Abdolrahman Bagheri, Hossein Noori, Afshin Khorshid Bakhtiari, Safar Ali Moradi dilîzin û muzîkên fîlm Ahmed Zahir û Louis Armstrong çêkirine.
Di fîlm de gelek sehne hene peyvên kurd û Kurdistan derbas dibin. Ji saniyeyên nîv saeta pêþî de gelek diyalogên li ser kurd, Kurdistanê hene ku di cihek de jî lîstikvan kurdan wekî dilpola bi nav dike.
Ji bo yên bixwazin li fîlm temaþe bikin, fermo:
**
Hin nûçeyên din ên li ser sansurê:
- 'Kurdistan'a Arjen Arî jî hatiye sansurkirin
- The Guardianê jî sansura li ser 'Kurdistan'ê kir nûçe