Yekem mirovê li fezayê meþiya mir
Diyarname
Kozmonotê ji Sovyetê Aleksey Leonov ku wekî yekem mirovê li fezayê meþiyaye tê hesibandin di 85 saliya xwe de mir.
Navenda Perwerdehiyê Kozmonotî ya Yuri Garagin îro ragihand çapameniyê ku Leonov miriye. Leonov demek li Nexweþxaneya Burdenko ya li Moskovayê hatibû dermankirin lê rewþa wî giran bû.
Leonov îsal di meha reþemiyê de ji ber nexweþiya þekir hatibû emeliyetkirin û ji wê rojê de her diçû nexweþxaneyê û vedigeriya.
Leonov di sala 1960'î de li Yekîtiya Soveyetê ji bo koma kozmonotî hatibû hilbijartin. Yekem firîna xwe ya ji bo fezayê di 18'ê adara 1965'an de bi keþtiya bi navê Voshod-2 ligel Pavel Belyaev pêkanîbû. Kozmonotê navdar di sala 1965'an de li fezayê ji keþtiya fezayê daketibû û tam 12 deqîqe û 9 saniye meþiyabû. Di vê meþê de 15 metre ji fezayê dûr ketibû û vegeriyabû. Bi vê yekê di reqabeta çûyîna fezayê û xebata wir de Yekîtiya Sovyetê derketibû pêþ DYA'yê.