Vane xelatgirên Tip û Fîzîkê yên Nobelê
Diyarname
Komîleya Nobelê beþ bi beþ xelatgirên Nobelê eþkere dike. Piþtî xelatgirên Tibê, niha jî yên FîZîkê hatin eþkere kirin.
Nobela Tibê çû DYA û Îngilistanê
Komîteyê roja 7'ê mehê xelatgirên Nobelê yên Tibê eþkere kirin. Li gor daxuyaniyê ji DYA'yê du kes û ji Îngilistanê jî kesek xelata Tibê girt
Lêkolînerên ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Gregg L. Semenza, William G. Kaelin Jr. û lêkolînerê îngilîz Peter J. Ratcliffe ku xwedî pênaseya "sir" e Xelatên Nobelê yên Tibê girtin.
Her sê zanistan li ser reaksiyona hucreya an li hemberî oksîjenê xebat kiribû û bi ev xebatên xwe layiqî Nobela Tibê hatin dîtin,
Nobela Fîzîkê jî dan 3 kesan
Komîteyê xelatirên Nobela Fîzîkê jî îro eþkere kir. James Peebles, Michel Mayor û Didieer Queloz layiqê Xelata FîZîkê ya Nobelê hatin dîtin
Ji Zanîngeha Princeton Prof. James Peebles di warê kozmolojiya fîzîkê de xebat kiribû û bi kifþa teoriya di vî warî de hat xelat kirin.
Ji Zanîngeha Cenewreyê Porf. Michel Mayor û ji Zanîngeha Cambridge prof Didier Queloz li ser girestêrkek ku li derveyî pergala rojê ye xebitîne, lê ketiye ser rêya stêrkek ku diþibe rojê xebitîne û bi kifþên di vî warî de bi dest xistine hêjayî xelatê hatin dîtin.
Xelatên Nobelê ji sala 1901'ê ve li ser navê zanyarê swêdî Alfred Nobel têne dayîn. Niha Akademiya Zanistan a Kraliyeta Swêdê, Akademiya Swêdê, Enstîtuya Karolinska û Komîteya Nobelê ya Norwecê van xelatan belav dike. Xelatên Nobelê niha di warê tib, fîzîk, kîmya, wêje û aþtiyê de têne belavkirin.