Jinên Clinton pirtûk nivîsandin
Diyarname
Hillary Clinton û keça wê Chelsea Clinton bi hev re pirtûkek bi navê "The Book of Gutsy Women" nivîsandin ku têde qala çîroka jinên dilpola dikin.
Wezîra Karên Derve ya berê ya DYA'yê Hillary Clinton û keça wê Chelsea pirtûk nivîsandin û ji bo danasîna pirtûkê li New Yorkê merasina danasînê li dar ket. Pirtûka ku niha li hemû pirtûkfiroþên li DYA'yê tê belavkirin wisa dibêje, "Dîrok nîþan dide ku pêdiviya dinyayê bi jinanên hê dilpolatir heye."
Ji niha de her du Clinton ji bo danasîna pirtûk bajar bi bajar digerin. 3'yê mehê ew li New Yorkê, 4'ê mehê li Washingtonê bûn û niha diçin bajarên din. Pirtûk ji Weþanên Simon&Schuster derketiye. Simon&Schuster ku parçeyek ji CBS Corporation e li New Yorkêh atiye avakirin.
Hillary Clinton ku jina Serokdewletê DYA'yê yê berê Bill Clinton e, ew bi xwe jî ji bo Serokdewletî ket hilbijartinê lê li hemberî Donald Trump têk çû. Clinton peywira Wezîra Karên Derve ya DYA'yê girtibû ser milên xwe. Keça wê Chelsea Clinton li Weqfa Cilinton kar dike, di heman demê de li Zanîngeha Columbia kar dike.