Romaneke nû 'Gurzo' derket
Diyarname
Romaneke nû li pirtûkxaneya kurdî zêde bû: "Gurzo". Gurzo romana yekemîn a nivîskar Egît Yazar e û ji Weþanên Dara derketiye.
Egît Yazar ku ji nav karê rojnamegerî tê ji zû de ye di nav jiyana bi kurdî de ye lê heta niha pirtûk dernexistibû. Niha bi yekem pirtûka xwe ku romenek e ket nava qada nivîskariyê. Romana wî "Gurzo" wekî yekem romana wî û yekem pirtûka wî derket pêþberî xwendevanan. Yazar romama xwe bi ser kûçikek bi navê "Gurzo" re pêþ ve biriye. Nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç ku pirtûk xwendiye li ser wisa nivîsandiye, "Ev roman gelek taybet e. Lewra kareterê sereke yê romanê ajalek e. Di jiyan û tevgera vî karekterî de, ew êþa sotin û wêrankirina gund û xwezayê, ew êþ û koteka bêwijdan pir baþ li ber çavan hatiye raxistin; ligel vê aliyê xwerû, vegotina wê jî gelek taybet e, herikbar e, xwîner dikiþîne û dibe."
Niha Fûara Pirtûka a Amedê li dar e û yên bixwazin dikarin "Gurzo" li fûarê ji Weþanên Dara peyda bikin.
Agît Yazar kî ye?
Agît Yazar ji Mêrdînê ye, di sala 1973'yan de hatiye dinê, dibistan nexwendiye, di zarokatiya xwe de dema li ber berxan bûye pênûseke erdê dîtiye, bi vê li ser naylonê kulavê xwe nivîsandiye û bi vî awayî hînê nivîsandinê bûye. Di salên 90'an de li Azadayi Welat dest bi kar dike û piþtî demek dibe nûnerê rojnameyê yê Çûkûrovayê. Li wê derê nivîsa xwe pêþ dixe, gelek nûçeyên wî di rojnameyê de derdikevin.
Di pêþbaziya Newroza 2002'yan de çîroka wî "Kevoka Hezarbaskî" xelata yekemînî, di pêþbaziya Huseyîn Çelebî de (2008) jî çîroka wî Teyrikên Yezdan xelata sêyemînî girtiye.
Gurzo yekemîn pirtûka wî ye.
- Gurzo / Egît Yazar / Weþanên Dara / Roman / 2019 / 116 rûpel