Rastiya Farvaharê ya jibîrbûyî
Fêrgîn Melîk Aykoç
Hima bigire di destpêka her nivîsê de mijara belovajîkirin û rastiyên xwe wek rastiyên me bin, bi me dane ezberkirinê, ez tînim rojevê. Mixabin ku rastî ev e, lema serê we xwînêran bi van gotinan diêþînim. Ev belovajîkirin di mijara faravaharê de hê bi awayekî konetir hatiye bikaranîn. Em îro hinek vê mijarê ravekin.
Faravahar îro remza baweriya Zerdeþtî ya herî girîng û bi wate ye. Hemû rêbaz û bingehên baweriya Zerdeþtî sembolîze dike. Faravahar bi awayê Farohar, Forouhar, Firavarti, Fravahar û Farvahar jî tê zanîn. Lê rastiya wê “Fira – vartî” ye. “fara/fira” tê wateya firînê, yan jî yê difire. “Vahar /Vartî” jî tê wateya hilbijartina baþiyê û giyana azad.
Zedeþtiyên îro Faravaharê wiha þirove dikin: Li ser perê Faravaharê sê rêz hene, ev rêzana ramana baþ, gotina baþ û karê baþ sembolîze dikin. Perên jêr yên boçikê jî sê rêz in, ew jî remzên ramana xirab, gotina xirab û karê xirab in. Herdu kulabeyên li aliyê rast û çepê çembara rojê hene jî; yek Spenta Manyû (giyana baþ) yê din jî Ankara Manyû (giyana xirab) vedinivîsine. Kulabê li aliyê pêþiyê dinêre baþî ye, yê li aliyê paþiyê dinêre xirabiyê destnîþan dike. Ew koveya gilover jî bêdawîbûn û di nava çerx û felekê de gerîna giyanê, yanê kirasguhertina zindiyan vedinivisîne.
Di dîrokê de Faravahar
Em di dîrokê de cara yekem li ser mohra padîþahê Mîtaniyan Þuttarna I Sembola roja bi per û bask dibînin, ango ev sembola li ser mohrê, forma faravaharê ya herî kevn e. Li gor daneyan Þuttarna I, yekem kes e ku zimanê hemû ajalên cihanê dizanî. Di nav wê çembera sîmbola roja bi per de; remzên roj û stêrkan hene. Di bin vê dara roja bi per de jî; du þêr û li ser piþta wan çivîkên diþibin eyloyan hene. Eylo li ezman çivîka herî bi hêz û þêr jî li erdê ajala herî bi hêz tê zanîn. Ev remza li ser mohrê xwedawendiya hemû ajal û çivîkan vedinivîsîne. Ango di vê mohrê de roj û stêrkên bi per hêza xwedawendî temsîl dikin.
Nehsed sal piþtî Þuttarna I. qiralê Assur Shalmaneser I jî vê roja bi per wekî sîmbola Xwedawendî di navbera salên 859 – 824 Berê Mîladê de li perestgeha Nabu bi kar tîne. Li ser perên vê roja bi per jî þeþ rêz hene. Li ser boçikê jî berejêr þeþ xal li gel hev in. Her rêz û her xal jî xwedanê hin wateyan e. Lê wateyên wan hê baþ nehatine zelalkirin.
Li gor nivîsên Herodot li ti derê wêneyê Ahûra Mazda ya bi sîlueta mêrekî hatî venivîsandin, tine. Zerdeþtiyan ew tenê wek tîrêj, wek roj û agir sîmbolîze kirine. Her wiha agirê di Hurmizganan de tê dadan jî sîmbola Ahûra Mazda ye ku vê nêrînê bi zelalî piþtrast dike. Faravahar tenê wek remza ji bo destnîþankirina hêzên li dij hev ên ku bandorê li hev dikin, hatiye amadekirin û ev remz pêvajoya kemilandina gîyana mirov vedinivîsîne.
Li ser gelek kêlikên gorên dema Medan, roj hene. Hê îro jî li ser gorên Kurdên Êzdî roj tê kolan, her wiha piraniya sondên gelê kurd jî li ser roj û agir e. Wek: “Bi roja xwedê! Wîî, jixwe destên min li ber rojê vekirî bûn!” Û her wiha bi agir jî ev sond hene. Mînak, “Bi wê gurya Agir!” Yanê roj wekî remza baweriyê hê îro jî di baweriya me Kurdan de serdest e.
Bi xebata rêzdar Ezîzê Cewo, ya bi navê “Zerdeþt Pêxember” (Rupelên dîroka wendabûyî) êdî baþ tê zanîn ku baweriya Zerdeþtî di nava Medan de derdikeve, yê di belavbûna vê baweriya pîroz û bi wate de rola bingehîn dilîze jî, keyê Medan Keyaxares (Kavî Vîþtaspa) bi xwe ye. Em di ti çavkaniyên vê dema Medan de rastê Faravahara bi wêneyên mirovekî nayên. Ti dîrokzan jî behsa mijareyeke wiha nake.
Di nava serwerên Axameniþan de hetanî tê digîhîje Kambîs II jî em rastê formeke faravaharê yan jî Faravahara bi wêneyên mêrekî nayên. Mînak; di qesra li Pasar Gedehê de ti nîþaneyên ku remz yan sîmboleke biþibe Faravaharê tine. Ev jî baþ tê zanîn ku hetanê dema Darios Persan hê baweriya Zerdeþtî wernegirtibûn. Xwedan baweriyên xwe yên berê bûn. Cara yekem Darios I (Dara Yawuþ Arþama) baweriya Zerdeþtî bi fermî wek baweriya þahînþahiya Persan dipejirîne. Bi pejirandina wê re Darios I Berê li ser rolyefê Behistûnê (Bestûn) di cihê rojê de wêneyê xwe di nava Faravaharê de dide kolan. Piþtê wê jî li ser dîwarê Qesra li Persepolîsê dide lêkirin û wek sembola þahînþahiya Pers wê faravahare bi wêneyê xwe dide teraþtin. Ew gustîl û þiva di destê vî kesî de ku dû re li Faravaharê hatî zêdekirin, yanê di destê Darios de serwerî, hêz û giyana serdestiyê destnîþan dike ku ev têgîhîþtineke dij felsefa baweriya Zerdeþtî ya dema Medan e. Ev gustîl û þiv di rolyefan de di destê giyanên xirab de jî hene. Mînak di destê Lîlith de. Kurt û Kurmancî, Darios I di pêvajoya salan de wê sîmbola þahînþahiya Pers wekî sîmbola Zerdeþtî be, di nava Zerdeþtiyê Rojhilatê Zagrosan de yên bi xwe ve girêdayî, dide pejirandin. Lê Zerdeþtiyên Zagrosan û Rojavayê Zagrosan vê napejirînin. Ev wek parçebûnekê di nava Zerdeþtiyan de xuya dike. Rastiya vê nepejirandin û parçebûnê, hê îro jî di nava Yarsaniyên bakur (Elewiyên Kurd), Yarsanî û Êzdiyan de heye. Remzên baweriyên wan roj, agir û tirîjên roja pîroz in, her wiha rêya gihîþtina warê Aþa destnîþan dikin. Temsîla xwedê ya di þeklên mirov de nayê pejirandin û guneh e.
20.09.2019, Yenî Ozgur Polîtîka