Bernameya ‘Fîlmekîmî’ hat eþkere kirin
Diyarname
Festîvala fîlman a payîzê “Fîlmekîmî” ku ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ve tê li dar xistin bernameya wê hat eþkere kirin.
Fîlmekîmî îsal 18’emîn car li dar dikeve. Li gor bernameya ku hat eþkerekirin di navbera 4-13’ê kewçêrê de li Stenbolê dê li dar bikeve û 10 rojan fîlmên navdar pêþkêþ bike. Her wiha di navbera 11-15’ê heman mehê li Enqereyê, di navbera 18-22’yê mehê de jî dê li Îzmîrê li dar bikeve. Roja 28’ê vê mehê dest bi firotina bilêtên fîlman tê kirin.
Di serî de li Festîvala Fîlman a Cannesê û li gelek festîvalên din fîlmên ku derketine pêþ di bin banê Fîlmekîmî de têne nîþandayîn.
“Marriaga Story”
Derhênerê xelatgirê Oscarê Noah Baumbach bi fîlmê xwe “Marriage Story” li Festîvala Fîlman a Venedîkê derket pêþberî temaþevanan û jêre li çepikan hat dayîn. Lîstikvan Adam Driver bir ola di fîlm de li Torontoyê Xelata Lîstikvana Serketî girt. Fîlmê ku ligel Scarlett Johansson û Adam Driver lîstikvanên wekî Laura Dern, Alan Alda û Ray Liotta jî têde dilîzin niha di Fîlmekîmî de ye.
“The Laundromat”
Fîlmê derhênerê xwediyê Oscarê Steven Soderbergh vê carê bi “The Laundromat” li pêþberî temaþevanan e. The Laundromat çîroka rojnamegerên ku razên patronên mezin ên Mossack Fonseca ên li Çîn, Meksîka, Afrîka û Karayîban radixin ber çavan nîþan dide. Fîlm ji pirtûka rojnamegerê xwediyê xelata Pulitzerê Jake Bernstein ê bi navê “Secrey World” hatiye girtin û di fîlm de Meryl Streep, Gary Oldman û Antonio Banderas dilîzin.
Derhêner Atom Egoyan bi fîlmê xwe “Guest of Honor” tê. Fîlmê wî niha nû yekem car li Venedîkê hat nîþandayîn û paþê tê Fîlmekîmî. Ligel vî fîlmî “La Verite” yê derHêner Hirokazu Koreeda ku ew jî li Venedîkê hat nîþandayîn tê.
Fîlmên Xelatgir
Fîlmê derhêner Bong Joon-ho “Parasite” ku li Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn girt; fîlmê derhêner Pedro Almodóvar “Pain and Glory” ku li Cannesê Xelata Lîstikvanê Herî Serketî (Antonio Banderas), fîlmê Jessica Hausner “Joeyê Biçûk” ku Xelata Lîstikvana Herî Serketî (Emily Beecham) girt, fîlmê Albert Serra ê bi navê “Liberte” ku Xelata Juriyê ya Taybet girt, fîlmê Birayên Dardenne ê bi navê “Ehmedê Ciwan” ku bi vê li Cannesê Xelata Derhênerê Herî Serketî Palmiyeya Zêrîn girt jî dê bê nîþandayîn.
Ji bilî van gelek fîlmên din ku li festîvalan xelat girtine yan jî berendamên xelatan bûne di çarçoveya Fîlmekîmî de dê li sê bajaran bêne nîþandayîn.
Salon û buhayê bilêtan
Fîlmên Fîlmekîmî li Stenbolê li Beyogluyê li salonên Sînemaya Atlas, Sînemaya Beyoglu, li Nîþantaþi li Cinemaximum City’s û li Kadikoyê li Sînemaya Reksê û Sînemaya Kadikoyê; li Enqereyê Cinemaksîmum Cepa, li Îzmîrê jî li Cinemaksîimum Konak Pierê dê bêne nîþandayîn.
Li Stenbolê li nava hefteyê di seansên 11.00, 13.30, 16.00’an de bilêt bi 12 TL’yî, nava hefteyê seansên 19.00 û li hemû seansên dawiya hefteyê (11.00-13.30-16.00-19.00) bilêtên tam bi 30 TL, yên daxistî bi 18TL têne firotin. Her wiha hemû seansên saet 21.30 bilêtên wê bi 30 TL’yî ne.
Li Enqere û Îzmîrê bilêt bi 25 TL û bi 17 TL’yî têne firotin.
Ji bo agahiyên zêdetir: filmekimi.iksv.org