Li herêma Firatê mazot ligel tê belavkirin
KOBANÎ
Gerînendetiya Sotemeniyê duh dest bi belavkirina beþa yekemîn ji madeya mazotê ya ji bo demsala zivistanê kir. Niha her malbatek 300 lître mazotê digire.
Piþtî ku kartên taybet ên girtina mazotê (600 lître) hatin wergirtin, belavkirina mazotê dest pê kir. Destpêkê dê 300 lître wekî beþa yekemîn were belavkirin, paþê dê 300 lîtreyên din piþtî ku belavkirina beþa yekemîn bi dawî bibe, were belavkirin.
Malbatên li herêma Firatê ku madeya mazotê dê li wan were belavkirin, hezar û 67 malbat in.
Di roja yekemîn a ji belavkirina madeya mazotê de hezar û 600 lître bi buhayê 75 lîreyan hat belavkirin. Ev buha roja þemiya derbasbûyî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate diyarkirin.
Gerînendetiyê diyar kir ku li tevahî herêma Firatê dê 68 mîlyon lître mazot li þêniyan were belavkirin.
Li gorî biryara Rêveberiya Xweser malbatên þehîdan bê pere madeya mazotê digirin.
Serokê Gerînendetiya Sotemeniyê ya Herêma Firatê Mesûd Bozî diyar kir ku ji ber parzûnkên sotemeniyê yên sivîlan mazot û benzîn ligel wan kêm e û got parzûnkên girêdayî Rêveberiya Xweser pêdiviyên þêniyên herêmê ji sotemeniyê pêk nayne. Bozî destnîþan kir ku li gorî xwestekên wan ew mazotê werdigirin û ji ber wê jî alozî di kolanan de çêdibe.
Bozî diyar kir ku pêwîstiya herêma Firatê bi 68 mîlyon lître mazotê ji bo zivistanê heye.
Der barê belavkirina madeya mazotê li cotkaran de Mesûd Bozî diyar kir ku ew ê mazotê li gorî xwestekên Komîteya Aborî û Çandiniyê belav bikin.
Berdevkê Komîteya Aborî ya Kantona Kobanê Xelîl Þêx Muslim diyar kir ku pêwîstiya wan bi 2 mîlyon lître mazotê heye.
Komîteya Aborî amadekariyan dike da ku mazotê li cotkaran belav bike. Miqdarên ku werin belavkirin, hatine diyarkirin. Dê ji her hektarekê re ji 20-70 lître ji zevî û baxçeyan re mazot were dayîn.
ANHA