Ji bo zarokan çîrokên nû yên 'Hitokê û Papûþko' hatin
Diyarname
Weþanên Morî ji bo zarokan setek din a pirtûkên zarokan weþand. Pirtûk ji aliyê nivîskar Newaf Mîro ve hatine nivîsandin. Navê setê "Hitokê û Papûþko" ye û ji 5 pirtûkan pêk tê.
"Gula Gulberoj", "Bexçeyê Zarokan", "Dîno", "Dîlan" û "Nexweþî" navê her pirtûkek e. Nivîskar Newaf Mîro bi navê "Hitokê" keçikek wekî leheng hilbijartiye û ew bi pêlîstoka xwe Papûþko re diaxive.
Li ser amadekirina pirtûkan nivîskar Newaf Mîro ji bo malpera me wisa got: "Hitokê keçeke bi pêlîstoka xwe Papûþko re diaxife. Bingeha hizr keça min e, û Papûþko jî ez im. Ji ber ku dema min zehf kêm e ji bo wê, ew jî pêlîstoka xwe dike þûna min. Pê re jî hevxem û hevalê wê. Tim xewna min bû ku ez karibim rojekê diyariyekê bidim zarokan û helbet bi zimanê me. Ez gelek þa me û peyamên zehf kêfa min tînin digirim. Hitokê û Papûþko xewn, çîrok û rastiyeke bi dawî nebûye. Min tim dixwest qehremanekî bi xewn û þahiya zarokan biafirînim."
Di warê çapkirina pirtûkan de Weqfa Êzidî-Alman alîkarî kiriye, mesrefê xêzê û afirandina wê daye. Di amadekirina pirtûkê de nêrîn û çavdêriya pedagogan jî hatiye girtin. Mîro, di dawiyê de wisa dibêje: "Divê em ji bîr nekin, mezinê sibê di dilê biçûkekî îro de ye."
Seta yekem a "Hitokê û Papûþko" di sala 2017'an de hatibû weþandin. Niha Weþanên Morî seta çîrokên nû yên vê rêzeyê dîsa bi pênûsa Newaf Mîro pêþkêþî zarokên kurd kirin. Her pirtûtek vê setê ji 12 rûpelan pêk tê û çîrok ji bo zarokên temen di navbera 3-6 salî de ne.
Sete yekemîn a "Hitokê û Papûþko" di sala 2017'an de dîsa ji Weþanên Morî hatibû weþandibû ku wê çaxê jî set ji pênc pirtûkan pêk dihat. Di wê seta yekem a "Hitokê û Papûþko" de ev pirtûk hebûn: "Çêlek û Þîr", "Duçerxe", "Pisîk", "Serþûþtin", "Dara Noel Baba".
Ji bo têkilî û xwestinê:
whatsapp: 0505 9937283
morizarok.com
***
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîþan:
Yýldýztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-Ýstanbul
Telefon: 0212 -6266455
WhatsApp: 0533 474 2551
info@davetiyeonline.net