TBB'ê û PEN'ê jî daxuyanî da
Diyarname
PEN'ê, TTB'ê, parezeran daxuyanî dan, li bajaran jî çalakî hebûn. Vane hin agahiyên îro li ser kayûman.
PEN'a Tirkiyeyê daxuyanî da
PEN'a Tirkiyeyê li ser kayûmên ku dest danîne ser þaredariyên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê û li ser nivîskar Ayþegul Tozeren ku hê jî binçavkiriye daxuyaniyeke nivîskî weþand.
PEN'ê bi kayûmê destdanîna ser þaredariyan bi gotina "Biryar dijî serbixwebûna dadgehê", "dijî serdestiya demokrasiyê" ye û destdanîna þaredariyan kurdan rexne kir. PEN'a Tirkiyeyê girtina nivîskar Ayþe Tozeren jî rexne kir. Tozeren hê jî li binçavan e û li bendê ne ku sibê derxin pêþberî dadger.
Li Îzmîrê parêzer hatin binçavkirin
Li Îzmîrê jî 26 jê parêzer 27 kesan xwest daxuyanî bidin lê hemû hatin binçavkirin.
TBB: Delîlên xurt nîn in
Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) li ser meseleya destdanîna ser þaredariyan kurdan daxuyaniyeke nivîskî weþand û wisa got: "Wezareta Karên Hundir þaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê ji kar giritne, ev yek bi awayekî mafdar di nav raya giþtî de tê nîqaþkirin. Ji ber ku yên bi hilbijartinê hatine ser kar ji kar girtina wan îstîsna ye. Kesên bi hilbijartinê hatibin ser kar bêyî delîlên xurt hebin divê ji kar neyên girtin."
TBB'ê got ku YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) di hilbijartina van þaredaran de tu pirsgirêk nedîtiye û niha çima ew ji kar hatine girin divê sedemên berbiçav bêne eþkere kirin.
Çalakiyên îro
Îro dîsa li Amed, Wan, Mêrdînê jî dijî biryara destdanîna ser þaredariyan ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve çalakÎ hebûn.