Di 10 saliya wefata Aramê Tîgran de ew bi stranan hat bibîranîn
Diyarname
Koroya Akademiya MA Muzikê û Navenda Çandê ya Laleþê hunermendê nemir Aram Tîgran di 10'emîn salvegera koça wî ya dawî de bi stranên wî bibîr anîn.
Akademiya MA Muzîkê, Navenda Çanda Laleþ û Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo bîranîna hunermend Aram Tîgran ê di 9'ê gelawêja 2009'an de koça dawî kir þeva bîranînê li dar xistin. Bîranîn li Navenda Çand û Kongreyê ya Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Bi sedan welatî beþdarî bîranînê bûn. Wêneyê Aram Tîgran li salonê ve hat daliqandin û li ser dikê find hatin pêxistin.
DI DILÊ MÎLYONAN DE YE
Balkêþ bû ku li salonê cih nema û welatiyan li ser lingan li bîranînê temaþe kirîn. Pêþkêþvanê bernameyê þanoger Kemal Ulusoy bi strana "Bilbilo" dest bi vekirina þevê kir. Rêveberê Navenda Çanda Çandê ya Laleþê Celal Ekîn axaftinek kurt kir û got her kes evîndarê huner û kesayeta Aram Tîgran bû. Ekîn da zanîn ku Aram Tîgran bi stranên xwe û welatparêziya xwe di dilê mîlyonan gelê kurd û ermenan de dijî û heta kurdek hebe wê Aram Tîgran bê bibîranîn.
BI STRANÊN XWE HAT BIBÎRANÎN
Piþtî axaftina Ekîn, koroya ji hunermendên Akademiya MA Muzîkê û Navenda Çandê ya Laleþê pêk dihat derketin ser dikê û konserek da û stranên Aram Tîgran pêþkêþî welatiyan kirin. Koroyê ji destpêkê heta dawiya þeva bîranînê stranên Aram Tîgran gotin û dengê stranên wî li salonê olan da.
Di dawiya konserê de welatiyan bi deqîqeyan li çepikan da û þeva bîranînê bi dawî bû
Ji MA'yê hatiye girtin