Bilêtên kombîne yên Amed Sporê têne firotin
Diyarname
Ji bo destpêkirina serdema fûtbolê ya 2019-2020'an hindik ma. Klûban dest bi firotina bilêtên kombîne kirine, Amed Sporê jî niha dest bi firotina bilêtên xwe yên kombîne kir. Klûbê ji bo serdema nû buhaya bilêtan bi vî rengî diyar kiriye: Vîp 1000 TL, Trîbuna Jêr Vîpê 500 TL, Trîbuna Sergirtî 350 TL, Maraton Trîbûn 250 TL.
Li Amedê yên bixwazin dikarin li mexazeya Amed Spore ya li Ceylan Karavil AVM, Þaxên Tezgel Kom Market, Çarmar Market, Sîlvan Amaç Medîkal, Bismil Firat Medikal û ji ser www.amedstore.com.tr re bilêtan bikirin.
Yên li Amedê bi bilêtên kombîne dikarin hemû maçên li Amedê bêne lîstin temaþe bikin, yên derveyî Amedê jî ji bo alîkarî dikarin bilêtên kombîne bikirin.