Albuma stranên zarokan "Çar" derket
Diyarname
Albumek bi navê "Çar" ku ji stranên zarokan pêk tê derket. Zarokên kurd bi kêfxweþî dikarin lê guhdarî bikin.
Ji bo mezinan pirtûk têne nivîsîn, stran têne gotin lê ji bo zarokan gelek hindik tiþt têne kirin. Niha yek ji xebatên hêja a ji bo zarokan stranên zarokan e ku bi albumek derket pêþberî zarokan û hemû guhdaran. Album ji aliyê hunermend Ciwan Tengezar ve hatiye amadekirin. Di albumê de 8 stran hene ji van 6 hebê wan ji aliyê zaroka 8 salî Lorîn Hêja, 2 jî ji aliyê Ciwan Tengezar ve hatine xwendin.
"Ala", "Çar", "Fir fir", "Ger", "Maçek", "Mîr", "Rî na", "Dîsa" stranên ku di albumê de hatine bi cih kirin in.
Li ser albumê Tengezar wisa dibêje, "Di sala 2008'an de min baryara xwe da ku ez ê tu berhemên xwe yên di warê muzîkê de parve nekim, heta ku ji bo zarokên kurd tiþtek nekim. Bi vê berhemê ez xwe azad dikim." Tengezar xwe azad kiriye û album jî diyarî zarokan kiriye.
Stranên di albumê de dê sûdeyek xweþ bidin zarokan ku bi "Rî na" dê peyvan hîn bibin, bi "Ger"ê dê bajar bi bajar bigerin û bi stranên din jî dê bicoþin.
Yên bixwazin ji ser facebookê re dikarin xwe bigihîn Ciwan Tengezar