HRRK'ê encama Pêþangeha Pirtûkan a Herekolê eþkere kir
Diyarname
Di navbera 20-25'ê vê mehê de li Hola Zana a li bajarê Qamiþloyê 3'yemîn Pêþangeha Pirtûkan a Herekolê bi diruþma "Civak dixwîne civak pêþ dikeve" li dar ket. Li gor amadekaran nêzî 10 hezar pirtûkên cur bi cur di pêþangehê de hatin pêþkêþkirin. Komîteya Çalakiyan a Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) jî ji aliyê xwe ve pêþangeh nirxand. Li gor HRRK'ê li standa wan herî zêde pirtûkên Helîm Yûsiv hatine firotin.
Ji daxuyaniyê hinek rewþa pêþangehê jî zelal dibe. Di daxuyaniya HRRK'ê de pêþangeha îsal ji alî hejmara pirtûkan, weþanxane û weþangeran ve bi awayekî serkeftî û dewlemend tê nirxandin û tê gotin ku ji alî mêvan û serdanê ve jî ji hemû pêþangehên berê balkêþtir bû.
HRRK'ê rewþa standa xwe xal bi xal rêz kiriye û daxuyaniya belav kiriye. Li gor daxuyaniya HRRK'ê li standa wan rewþ bi vî rengî bûye:
1- Li standa HRRK'ê 15 pirtûkan bi kurdî û 7 pirtûkan bi erebî hebûn.
2- Li standê kovara Rojava hejmara diyem û kovara Deþt hejmara duyem hatin pêþandan.
3- Bi giþtî nêzî 2000 pirtûk di þeþ rojan de hatin danîn.
4- Nêzî 1000 pirtûk û kovar hatin belav kirin.
5- Pirtûkên zarokan "Þîniko" û "Nêrgiþ" herî bêtir hatin belav kirin.
6- Pirtûkên mezinan, di serî de pirtûkên Helîm Yûsiv ên bi kurdî û bi erebî, herî bêtir hatin firotan û herî bêtir ku ew dihatin pirsîn.
7- Pirtûka "Stranên Bijartî" ya Mihemed Þêxo herî bêtir ji alî xort û keçên ciwan ve hat kirîn.
8- Pirtûka "Êzîdîtî" ya Hisên Zêdo û pirtûka "Gilgamêþ" a Firas Sewah a wergera Þêrwan Yûsiv bi awayekî balkêþ li wan dihate pirsîn û bi taybetî ji alî xwendevanên kurmancî ve. Di rêjeya firotinê de jî piþtî pirtûkên Helîm Yûsiv û yên zarokan cih digirin.
9- Di þeþ rojan de bi buhaya nêzî 400.000'ê sûrî pirtûk hatin firotin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Kovara Hawarê vegeriya mala xwe