Malbata "Kevirên Çeqmaqîn" dîsa tê
Diyarname
Kartonfîlmê bi navê "The Flintstones" (Kevirên Çeqmaqîn) kartonfîlmekî DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) bû ku di salên 1950'yan de ji aliyê Hanna-Barbera Productions ve hat sazkirin. Kartonfîlm di navbera salên 1960-66'an de li DYA'yê di dema "prime time" di kanala ABC de hat nîþandayîn. Beþa wê ya yekemîn di 30'yê rezbera 1960'î, beþa dawî di 1'ê avrêla 1966'an de hat nîþandayîn. Paþê li gelek welatan bi gelek zimanan hat nîþandayîn. Niha hat ragihandin ku dê karakterên kartonfîlmê "The Flintstones" bêne bikaranîn û rêzefîlmekî anîmasyonî bê amadekirin.
Warner Bros. Animation û Brownstone Productions hatin ba hev û bi hev re dê vê xebatê bigirin ser milên xwe. Hê nehatiye gotin dê kîjan kanal vê biweþîne lê hat gotin ku di dema prime time (saeta ku televîzyon herî zêde tê temaþekirin: 20.00-23.00) de bê weþandin.
Di kartonfîlmî de malbatek bi navê "Kevirên Çeqmaqîn" hebû loma navê xwe ji wir girtiye. Li Tirkiyeyê bi navê "Taþ Devri" (Serdema Kevir) hatibû wergerandin û bi tirkî hatibû weþandin.
Ev kartonfîlm berê wekî fîlm jî hatibû kiþandin û li sînemayan hatibû nîþandayîn.