'Roman û Gotar, Mîxaîl Baxtîn û Romana Kurdî' derket
Diyarname
Pirtûkek bi navê "Roman û Gotar, Mîxaîl Baxtîn û Romana Kurdî" ji Weþanên Peywendê derket.
Mîxaîl Mîxaîlovîç Baxtîn (1895-1975) yek ji qedirgiran ê edebiyata rus e. Di serdema jiyana xwe de gelek kes li ber destê wî mezin bûne, wî gelek ked daye edebiyata rus, edebiyata giþtî û berhem jî pêþkêþ kirine. Li ser wî heta niha bi zimanên cur bi cur pirtûk hatibûn weþandin, niha ew bû malê kurdî jî. Yek ji kedkarên kurdî Umran Aran berê xwe daye wî, berhemên wî û lêkolîn û nirxandinek amade kiriye. Ev xebata Aran ku wekî tezê hatibû dest pê kirin, paþê bi lêkirina hin beþên nû wekî pirtûk ji Weþanên Peywendê derket.
Aran lêkolîna xwe li ser Baxtîn kiriye û pêre jî sê romanên kurdî bi ser teoriya wî re nirxandiye ku ev yek di wêjeya kurdî de jî gavek nû ye.
Baxtîn qelek qîmetê dide romanê, li ser romanê nirxandinên girîng dike û fikrên nû diavêje meydanê. Aran vê nêrîna Baxtîn wisa pêþkêþ dike: "Berevajî meyla giþtî, Baxtîn di sedeya 16'an an 17'an de nabîne derketina romanê, ta ji antîkîteyê li kokên romanê digire û geþedana wê di nav geþedana dîroka çandê de diþayesîne, wê ji dîroka çandê naqetîne û bi nêrîneke giþgir lê dinêre. Baxtîn roleke muxalîf li romanê bar dike, li gora wî janrên din ên musteqîm di xizmeta yekdengî û yekîdolojiyê de ne, lê belê roman pirdengî û pirriwangehiyê di xwe de dihebîne."
Nêrînên Baxtîn û 3 romanên kurdî
Aran nêrînên Baxtîn ên wekî "Pirdengî", "Heteroglossîa" û "Karnaval" girîng dibîne û ji ser van têgehan re sê romanên kurdî digire dest, wan dide berhev û dinirxîne. Ew bi ser "Pirdengî" re romana "Mîrname" (Jan Dost), bi ser "Heteroglossîa" re romana "Saturn" (Remezan Alan) û bi ser "Karnaval" (H.Kovan Baqî) re romana "Aporîa" dinirxîne û xebata xwe temam dike.
Di pirtûkê de beþên teorîk û pratîk hatine danîn. Yên teoriya Baxtîn meraq bikin dikarin tenê beþa teorîk bixwînin, yan jî hemû bixwînin ku ligel beþên teorîk nirxandina li ser sê romanên kurdî û danheva wan û teoriya Baxtîn...
Di dawiya pirtûkê de hin termên cuda ku bikar aniye jî wekî ferhengokek kurdî, îngilîzî û tirkiya wan pêþkêþ kiriye.
Umran Aran kî ye?
Umran Aran (Umran Altinkiliç) di sala 1985'an de li Qosera Mêrdînê hatiye dinê. Di sala 2010'an de li Zanîngeha Mîmar Sînanê bernameya lîsansa Matematîkê û di sala 2015'an de li Zanîngeha Mardin Artukluyê bernameya masterê ya Ziman û Çanda Kurdî kuta kiriye. Li Zanîngeha Dîcleyê di beþa Ziman û Çanda Kurdî de bernameya doktorayê dixwîne.
Wî, di avakirina kovarên Wêje û Rexne, Zarema û Kund de cih girtiye ku hîn jî edîtoriya Kundê dike. Ew li Zanîngeha Mardin Artûklûyê di beþa Ziman û Çanda Kurdî de wekî lêkoler dixebite.
- Roman û Gotar, Mîxaîl Baxtîn û Romana Kurdî / Umran Aran / Weþanên Peywend / 2019/ 144 rûpel
**
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîþan:
Yýldýztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-Ýstanbul
Telefon: 0212 -6266455
WhatsApp: 0533 474 2551
info@davetiyeonline.net