Taga "Bi kurdî binivîse" gelek bal kiþand
Diyarname
Platforma Zimanê Kurdî û bi sedan hezkiriyên kurdî êvara 8'ê mehê saet 21'ê de di tora civakî Twitterê de tagek vekir. Taga bi navê "Bi kurdî binivîse" hat vekirin gelek bal kiþand û bi hezaran twittên bi kurdî hatin nivîsandin.
Di dema ku tagê dest pê kir û pêre de bi hezaran twitt hatin belavkirin û di wê kêliyê de taga "Bi kurdî binivîse" di nav tagên herî zêde deng didin de heta rêza 5'an jî hat.
Di saetên dû re de jî kurdan di tagê de bi kurdî twittên nû belavkirin û dema saet ber bi 12'yê þevê ve diçû hejmara twittên ku di tagê de hatine belavkirin derket bi ser 10 hezar hebî.
(Dema ev nûçe hat weþandin hê jî di tagê de twitt dihatin belavkirin)