'Dilop' wêjeya zarokan dide nîqaþkirin
Diyarname
Kovara du mehane ya bi kurdî û tirkî Dilop bi hejmara xwe ya 9'an derket pêþberî xwendevanên xwe.
Kovarê di hejmara xwe ya nû ya tîrmeh-gelawêjê de dosyayek li ser wêjeya zarokan bi navê "Di Wêjeya Zarokan De Hêçandin Û Derfet" hatiye amadekirin. Di dosyayê de Mem Bawer, Ferîdûn Bîrgul û Ulku Bîngol li ser meseleyê axivîne û her wiha Berfin Ayþe Ogut û Ýsmail Dindar jî bi du nivîsên li ser meseleyê keda xwe xistine nav dosyayê.
Ji nivîsên ku bi kurdî hatine weþandin nivîskar Zeyneb Yaþ bi sernavê "Berî Radyoya Êrîvanê Sûsika Simo Hebû" nivîseke li ser portreya hunermenda kurd Sûsika Simo nivîsiye.
Mehmet Oncu li ser xwarina Amedê "Parsûya Dagirtî" nivîsa xwe amade kiriye û Cemil Oguz jî li ser derhênerê navdar ê îngilîz ê belgefîlman Sean McAllister û belgefîlmên wî nivîsek nivîsiye. Di nivîsê de McAlliser ku meha borî li Stenbolê bû pêþniyarên ji bo kiþandina belgefîlman û rêbazên wan dike.
Recep Maraþli bi nivîseke tirkî "Kurdên Xiristiyan Hene?" nivîsek nivîsiye û li ser meseleyê sekiniye.
Di vê hejmarê de du hevpeyvîn hatine kirin. Yek jê Mehmet Gultekîn ligel hunermenr Nîzamettîn Arîç kiriye. Arîç dibêje "Di hilberîna min de rihê hezaran salan a muzîka kurdî heye."
A din jî Reþo Ronahî ligel Miradê Miradan ku bi dosyaya xwe di Pêþbaziya Helbestan a Arjen Arî de bi ser ketibû axiviye. Miradan dibêje "Ne gengaz e ku Arjen Arî tesîr li ciwanên nola min neke."
Her wiha Bariþ Avþar, Receb Dildar, Çîdem Baran, Þeyhmus Diken, Berfê, Nevzat Onaran, Îbrahîm Bulak, Berfîn Ayþe Ogut, Îsmaîl Dîndar, M. Ender Ondeþ, Dr. Omer Uluçay, Zerikiyê Licê, Mehmet Bayrak, T. Gul Koksal, Tahir Þilkan, Îbrahîm Karaca, Enver Ozkahraman bi nivîsên xwe di kovarê cih girtine. Her wiha helbestên Ahmet Çakmak, Cemal Sureyya, Rûnak Þiwanî bi wergerkirina kurdî hatine weþandin.
Ji bo têkilî:
dilopdergisi@gmail.com
Tel: 0543 488 69 96
**
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîþan:
Yýldýztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-Ýstanbul
Telefon: 0212 -6266455
WhatsApp: 0533 474 2551
info@davetiyeonline.net