Di 'Copa America' de Brezîlya bi ser ket
Diyarname
Tûrnûvaya Copa America bi lîstina maça fînalê bi dawî bû. Di maçê de tîma neteweyî ya Brezîlya tîma neteweyî ya Perû bi 3-1 têk bir û kûpa bi dest xist.
Brezîlya tîma Arjantînê, Perû jî tîma Þîlî têk biribû û hatibû fînalê. Favorî Brezîlya bû. Brezîlya yekem car di sala 1919'an de, yanê sed sal berê ev kûpa bi dest xistibû û di sedsaliyê de dixwest carek din bi dest bixe. Heta niha 8 caran jî ev kûpa girtibû. 1919'an de yekem car qezenc kiribû, niha carek din bi ser ket û bû 9 car vê kûpayê bi dest dixe.
Di maçê de Brezîlya her serdest bû. Di deqîqeya 15'an de Everton Soares tîma Brezîlya bi 1-0 derxist pêþ. Di deqîqeya 44'an de Perûyê penaltî bi dest xist. Lîstikvan Paolo Guerrero encam anî 1-1 lê berî nîveka yekemîn bi dawî bibe Gabriel Jesuse li ser navê Brezîlyayê derket holê: 2-1. Di nîveka duyemîn de lîstikvanê Brezîlyayê Gabriel Jesus ji qerta diduyan a zer qerta sor dît û ji maçê hat avêtin. 20 deqîqeyên dawî Brezîlya bi 10 kesan lîst lê Perûye ji vê sûde wernegirt. Richarlison di deqîqeya 90'î de penaltî veguhart golê û dawî li maçê anî: 3-1.
Lîstikvanên serketî
Piþtî bi dawîbûna maçê pêþî lîstikvanên serketîn xelatên xwe girtin. Lîstikvanê Everton Soares hem wekî lîstikvanê herî serketî yê vê maçê hem jî wekî kesê di vê tûrnûvayê de herî zêde gol avêtine xelata xwe girt.
Wekî Soares lîstikvanê Brezîlya Dani Alves jî du xelat girtin: Alves hem xelata fair play hem jî xelata lîstikvanê herî serketî yê vê tûrnûvayê girt. Qerelaparêzê Brezîlyayê Alisson Becker jî xelata qeleparêzê herî serketî bi dest xist.
Dîroka kûpayê
"Copa America" ji aliyê CONMEBOL (Konfederasyona Fûtboyê ya Amerîkaya Baþûr) du salan carek tê organîzekirin lê li gor bûyeran carinan ev yek diguhere. Yekem car di sala 1916'an de li dar ket. Îsal li Brezîlyayê li dar ket. 10 tîmên endamên CONMEBOL (Arjantîn, Brezîlya, Bolîvya, Kolombiya, Paragûay, Perû, Þîlî, Ûrugûay, Venezuela, Ekvador) û du tîm jî wekî mêvan beþdarî vê tûrnûvayê dibin.
Heta niha herî zêde Ûrûgûay ev kûpa girtiye: 15 caran. Dûra Arjantîn bi 14 caran tê. Brezîlya bû 9 caran vê kûpayê digire.