Hin peytên poetîkî yên di derbarê þi'ra kurdî de...
M. Zahîr Kayan
-1
Þi'r divê heyecanê, kelecanê, coþê, cezbeyê, þewqê, þabûnû, ponijîna mîstîkî, kûrbûneke arifane, heþyarbûneke cansîperane, têkoþîneke þoreþgerane biafirîne... ka ev yek lu ku ye gidî.... divê þi'r di dil de, di ruh de, di derűniyê de, di qudûm de ERDHEJÊ çêbike, ka ev yek li ku ye mîrê min....divê þi'r miriyan sax bike, êþê aþ bike...ka ev mu'cizat li ku ye ruhê min... .
-2
zimanê þi'rê di derûniya her þairî de li gor feraset û melekeyên estetîkî ÇÊ dibe û zimanekî takeksî ye, yek e, tek e, cihêreng e û sirf diþibê xwe... ji ber vê yekê ye, li ser ruyê erdê zemîn çiqas þair hebin, divê ewqas jî ji hev cuda þiîr hebin... halbûkî îro ewqas þi'rên ji hev cuda tune ne, giþk diþibin hev...
-3
þi'r serad û bêjinga peyvên zimanê neteweyekê ye...her peyvek di þi'rê de dibe xwedî KESKESOREKE heftrengî...her peyv di þi'rê de qilçekî, kenarekî felsefeyekê, baweriyekê, xweþikiyêkê derdixe pêþ, rave dike, dide der, disêwirîne, îfþa dike.... zimanê neteweyekê ji terora eqlekî ji rêzê, ferasetekî vikûvala rizgar dike.... ji ber vê yekê ye, di qatê þairan de ravekiririna rasteqîniyê bi TAYBETMENDIYEKE ESTETÎKÎ pêk tê, zimanê þair û ravrkirinên wî ku di nav çarçoweya kesên ji rêzê be, wey li halê wê þi'rê û wey li halê wê neteweyê....
-4
Netewa kurd peyva "mirinê" di mîtolojiyê de, di destan, efsane, menkibe, biwêj, kilam û sitranê de neqþ bi neqþ nimandî ye, ka gelo þairên Kurd ev têgih bi çi awayî nimandine hê eyan nîn e, qe nebe li gorî ferasetekî poetîkî, estetîkî.... têgiha "mirinê" têgiheke felsefîk(ontolojîk, nîhlîstîk, psîkolojîk û parapîsîkolojîk e) û estetîk e, têgiheke olî, mîstîkî û hwd e.... di edebiyata dinyayê de jixwe ev têgih numûneyekî bingehï ne, ka gelo Kurd bi çi ferasetekî xwe noqî behra vê peyvê kirî ne, ev yek hê bi zimanê þi'rê bi çarnmedorî nehatiye nimandinê li gorî lêkolînên min.... û wek vê têgihê bi sedan têgihên din jî...
-5
Fikreke ROLATÎF nîn e, da ku kesanmafyayî, pozbilindî, qurrê, pragmatîst, virrek, newêrek li gor hukmê estetîkê nikarin ÞI'RÊ binvîsînin....
-6
Þi'r di serê her þairekî de ku ferasetekî tekane yî takeksî(xweyî/öznel) nebe, þi'rên ku têne nivîsîn wê giþk biþibin hev û wê jê tiþtek neyê seh kirinê, fêm kirinê...
-7
Kurd þi'rê jî bo çi dinvîsînin, hê bersiva vê meseleyê nehatiye rave kirinê....
-8
Du hezarî zêdetir remz û hêmayên ku þairek hestîyarî yên xwe pê îfade bike hene, lê ev jî têrê nake... ji hêlekê din ve jî þairên Kurd bi þi'rên xwe ve dixwazin bi awayekî çawa rasteqîniyê bînine zimên... her kes dikare behsa eþqê bike, lê þairek nikare wek herkesî vê têgihê binimîne... min lêkola ye gelek þairên Kurd yên nûjen wek gel, wek kesên ji rêzê qala têgiha eþqê kirine.... êêê çi ferqa wê û gel dimîne... ezê çima ji we re bibêjim ÞAÝR...
-9
"Þi'ra kevn a qedîm xwe dayê ceribandinê, heya radeyekê dikare ferastetên batinî, mîstîkî, sûfiyaneyî, meczûbî, cezbeyî, anarþîstî û hwd biteyîsîne... lê ji vê radeyê wêdetir nikare hereket bike, ji ber ku ev þi'r û bingeha ESTETÎKA vê þi'ra çîhanþimûlî zêde teng e.... ji ber vê ye ku berhemên wek Þehname, Heþt Bihiþt, Îlahî Komedya, Úlises, Dîvanê Kebîr, Fîhî Mafîh, Fususul Hîkem, TAVA SÎN, Panc Ganj(Pênc Mucevher), Îskendername(Heft Xweþikî), Heft Peyker; Þevka'l Garîb, Þathiyeyên AYNULKUDDAT El Hemedanî, El Hallac û hwd di navbera pexþan û þi'rê de, an jî bi helwesteke þairane, arifane hatine nivîsînê... çarçoweya þi'ra qedîm tu car têra xweîfadrkirina hin muneweran nekirî ye û tê zanîn ku zimanê vê þi'ra dîrokî têra hestîyarî ya însîn nake...ji ber vê ye ku ji bo îro meseleyeke poetîkî ye pirsgirêka þi'rê... ev pirsa hanê ya poetîkî "ÞIÎR ÇÎ YE", wisa bi hisaanî bersiveke wê tune ye....divê þair þi'ra xwe sirf li gorî vê çarçoweya dîrokî neafirî ne, xwe amadeyê þi'reke rezen û dorfireh bike, ew þi'ra ku bi saya þai'rê xwe xwirt bûye, gumrah bû ye...
-10
" ... ezê her tim li ser riyeke meczûbî, le'netî bibezim... ezê tu car bi þi'ra ku di zêhna însanan de rûniþtî ye þiîra nenvîsînim... þi'ra min bila neþibe þi'ra dinyayê jî....ka gelo Kurdekî ku ev hezaran sal in bi tu awayî azad nîn in, wê jî bo îroyîn bi çi timtêlî, bi çi þêweyî þiîr binvîsînin....wê bi poetîkayeke çawa þi'rê biafirînin, wê bi estetîkeke çawa dûzan bidine þi'rê.... ne bi pozbilindî dibêjim, lê bi awayekî eþkere gef dixwin, dibarim û dibêjim, þi'ra min þi'ra ku di nav civakê de rûniþtîye dikuje... þi'ra ku heya niha xwe daye hîn kirinê zêde teng e, nahêle ruh xwe bighînê felsefeyê, mîstîsîzmê û ew eklên din yên sofîstîke... ji ber vê ye ku þi'ra min þi'rê dikuje... çima?.... ji ber ku þiîra hînkirî, þi'ra ku heya roja îroyîn bi her ezayên xwe ve xwe dayê qebûl kirinê qalibekî klîþeyî ye, ferasetekî standart e.... ev þi'r û zimanê vê þi'ra ku bi tewrekî standart xwe dayê ezberkirinê qerekterên "tengçerçoweyî" çêdike û hemû ruh û derûniyan di wir de hepis dike, nahêle xeynî klîþeyên xwe yên qedîm þêweyên nû ÇÊ bibin, AVA bibin...hin þi'rên Kurdî henin, ku hun siwaxa Kurdî jê bibin wê di binî de Cemal Sureya derkeve, Ahmet Arîf derkeve, Murathan Mûngan derkeve, Îsmet Özel derkeve...
**
Têbihiya Diyarnameyê: Ev tablo yê M. Zahîr Kayan e. Bi însiyatîfa xwe me ji rûpela facebooka wî girt û em diweþînin.
**
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîþan:
Yýldýztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-Ýstanbul
Telefon: 0212 -6266455
WhatsApp: 0533 474 2551