Yekbun û Dîlan Îzol: 17 sal in ev zilm li ser me didome
RIHA
Birayê Parlamenterê AKP'ê Zulfîkar Îzol, Cîhan Îzol û zilamên wî bi çekan bi ser gundê Hakki û Zozan Îzal de girtin. Keçên wan Dîlan û Yekbûn Îzol li ser bûyerê diyar kirin ku ev zilm 17 sal in didome û heta niha dewletê ew qet neparastine. Dîlan Îzol, anî ziman ku rojek berî êrîþê cendirmeyan bi ser mala wan de girtiye û li malê lêgerîna çekan kirine. Dîlan Îzol ji partiyên siyasî alîkarî xwest.
Roja 15'ê mehê li Gundê Çeltîkê ya Navçeya Sîwerega Rihayê xizmên Parlamenterên AKP'ê Zulfîkar Îsol bi ser malbatek Îzol a din de girtin û ji malbatê 4 kes kuþtin. Di komkujiyê de dayik Zozan Îzol (41), bav Hakki Îzol (55), Meral Îzol (41) û xwendekarê zanîngehê Mûsa Serhat Îzol (22) di êrîþa çekdarî de hatin kuþtin. Mehmet Metîn Îzol û Yûsuf Rojhat Îzol bi giranî birîndar bûn. Yekbûn Îzol a 22 salî û Dîlan Îzol a 24 salî ku bûn þahidê komkujiyê diyar kirin ku ev 17 sal in li ser wan zilm heye. Dîlan û Yekbûn ji Lêkolînerê Kurd ê li DYA dijî Nivîskar Edîp Yuksel re çavdêriyên xwe parve kirin. Yuksel bi rêya medya civakî Youtube axaftina xwe ya telefonê parve kir. Yekbun Îzol, anî ziman ku dîmena hat kiþandin û li ser medya civakî hat parvekirin pismamê wê kiþandine û wiha got: "Hin dîmenên din jî hene. Me ew dîmen dan dozgeriyê. Niha tu parastina me tune ye. Tu tedbîrên parastina me tune ne. Em ji aliyê xal û xaltikên xwe ve tên parastin. Xwiþka min bêtir ji bûyerê agahdar e."
Yekbun Îzol, piþtre telefon da xwiþka xwe Dîlan Îzol. Dîlan Îzol jî agahî da û got: "Ji xeynî Yekbûn xwiþka min a 20 salî Fatma Rojbin, Muhammed Agit ê 17 salî, Mustafa Bawer ê 15 salî Zeynep Jînda ya 9 salî 4 xwiþk û birayê wê hene. Ev dijminantiya 17 salan e. Bûyer di navbera Bavê min, mamê min û birayê Parlamenterê AKP'ê yê berê Zulfikar Îzol de derbas bûye."
17 SALIN ZILMÊ DIKIN
Dîlan Îzol, anî ziman ku Malbata Îzol a AKP'î 17 salin zilmê li wan dikin û wiha got: "Gelek caran xwestin mala me biþewitînin û xera bikin. Gelek caran bi ser mala me de girtin. Êrîþ kirin. Di bûyera herî dawî de rojek berê eskeran bi ser mala me de girtin û li mala me lêgerîn kirin. Roja din jî bi ser mala de de girtin, dayik, bav, amojin û pismamê min kuþtin. Dema rojek berê esker hatin mala me lêgerîn kirin em ketin nava fikaran. Lê me dîsa baweriya xwe ya li hemberî dewletê xera nekir. Di dîmenan de her tiþt li holê ye. Piþtî bûyerê gotin yek hatiye girtin. Lê çiqas rast em nizanin. Ez, 6 xwiþk û bira û pismam û dotmamên xwe li gund dimînin. Tu ewlehiya me tune ye. Tenê xalên me me diparêzin."
Dîlan Îzol, herî dawî bang li rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî kir û xwest alîkariyê bi wan re bikin û got: "Em dixwazin bi hemû partî û wekîlan re hevdîtin bikin."
Ji MA'yê hatiye girtin