Mîhrîcana Rojava li dar ket
Cano Þakir / WUPPERTAL
Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) þaxa Ewropayê 6'emîn mihrîcana xwe ya salane ya çand û hunerê, îsal jî li bajarê Wuppertalê li Almanyayê li dar xist.
Mîhrîcana îsal li ser pênc beþan birêve çû. Piþtî rêzgirtinê, Helîm Yusiv li ser navê komîta amadekar ku di heman demê de ew berdevkê HRRK yê þaxa Ewropayê ye, axivî. Pênc beþên mîhrîcan li ser wan meþiya wiha bûn; Þano, xwendina helbest û çîrokan, îmzekirina pirtûkan, þêwekarî, muzîk û stran. Ji bilî van beþan, nûnerên sazî û dezgehan jî hebûn. Ji her çar beþên Kurdistanê mêvan tevlî vê mîhrîcanê bûn. Ji bakurê Kurdistanê Mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç, ji rojlatê Kurdistanê Hesen Îrandost, ji baþûrê Kurdistanê jî Þivan Kerîm.
Gaveke ber bi baþkirina mercên çanda kurdî
Helîm Yusiv yek ji wan kesayetên naskirî yê di qada rewþenbîriya kurd de ji bo zelalkirina hinek xalan, danasîn û girîngiya mîhrîcanê ji me re peyivî û wiha got: “Ev mîhrîcan çalakiyeke salane ye, ya HRRK – þaxa Ewropayê ye. Yek ji hewildanên cihbicihkirina armancên me ye, we ku xebatkarên qada çanda kurdî, em dixwazin rê li ber windabûna çand û zimanê xwe li derbideriyê bigrin, her wiha em salê carekê be jî beþekî mezin ji kesên bi çand û hunera kurdî re mijûl in, bînin cem hev. Heta radeyeke mezin ev her du armancên me yên sereke têne pêkanîn. Tu xewn û xeyalên me yên mezin der barê lidarxistina vê mîhrîcanê de tune ne. Çalakiyek ku salê carekê çêdibe nikare bibe sedema guherandinên mezin yan pêþdeçûnên mezin di qeda çanda kurdî de. Lê ew jî gaveke ber bi baþkirina mercên karkirina di warê çanda kurdî de û xwedîderketineke li vê çandê ye. Jixwe em vê yekê ji bilî berpirsiyariyeke neteweyî û siyasî wekî erkeke xwe ya exlaqî jî pêk tînin. Cudayiya vê mîhrîcanê ew e; îsal me bi giranî rê da pêþkêþkirina þanoya kurdî û ji ber vê jî, me saloneke þanogeriyê ji bo mihrîcana îsal girt. Bernama mîhrîcanê îsal ji salên derbasbûyî rengîntir û dewlemendtir e. Wekî din jî her mîhrîcana Rojava rasterast dikeve bin bandora rewþa heyî, ya aktuel, ya rojavayê Kurdistanê. Sala çûyî atmosfera mîhrîcanê û berhemên wê rahiþtibû rengên Efrîna dagîrkirî û zeytûnên wê, îsal li kêleka rengên Efrînê wê bêhna þewata genim û zeviyên Cizîrê û Kobanê jî bê guman amade be.”
Rojava îro di dîroka me de rola sereke wergirtiye
Wêjevanê kurd Fêrgîn Melîk Aykoç ê vexwendî mihrîcanê bû, gotinên xwe der barê mîhrîcanê de wisa gotin: “Mîhrîcan bênder û geþandina wêjeyê ne, ji wê jî ta berî mîladê bala pêþeng û gelan kiþandiye; hinan jê re Agora, hinan arena û bav û kalên me jî mîhrîcan gotine. HRRK ev çend sal in, çalakiyeke wisa bi wate û pîroz pêk tîne, her çendî çend caran hatibûm vexwendin jî, ji ber hin egerên ne ji destên min min nekanîbû tevlê bibim. Rojava îro di dîroka me de rola sereke wergirtiye, di nava rewþenbirên vê beþa welatê me yê di her demê de desteguleke ji beþên wêje û hunerê pêþkêþkirin serbilindiya herî binirx e. Ji wê gelek bi kelecan im.”
Wêjevanên alman jî hebûn
Her wiha di nava mîhrîcana Rojava ya çandê de, ne tenê nûnerê dezgeh û saziyên kurdan hebûn, her wiha wêjevanên alman jî hebûn. Yek ji wan Dieter Jandt bû ku di heman wextî de ew mêvanê rûmetê yê mîhrîcana îsal bû. Wêjevanê alman Dieter Jandt beþdarbûna xwe ya mîhrîcanê û kêfxweþiya anî ziman û bibîrxist ku di dîroka miletan de parastina çandê dikare were naskirin.
Dezgeh û komeleyên mêvan: Kulîlka Zeytûnê, Komela Nûbuhar, Navenda Kurdî, Instituta Kurdî li Elmanya, PENa Kurd û Reng Art bûn.
Þanoya Rawestgeh û Li vir bû
Di mîhrîcanê de du þano hatin lîstin. Þanogerên di her du þanoyan de lîstin ev bûn: Zerdeþtê kal, Dara Lalo, Yara Farîd Omar, Leyla shandi, Amîtis Krad, Yasmîn Þêxo û Mehmod Îbo.
Zerdeþtê Kal ku wekî yek ji rêveberê HRRK´ê ye û di heman demê de wekî yek ji akterê þanoyê bû got: “Çanda me ya têr û tijî ne tenê bi pirtûkan û xêzkirina tabloyan were naskirin. Þano jî dikare di van çalakiyan de bi roleke bingehîn rabe.”
Þanoya bi navê "Rawestgeh" ku Helîm Yusiv tekstên wê nivîsiye û her wiha þanoya "Li vir bû" ku Perjîn Elo nivîsiye bi çoþeke mezin hatin temaþekirin.
Çîrok û helbest hat xwendin
Piþtî ku þano hat lîstin û nîþandan, beþê xwendina helbest û çîrokan jî hebû. Gelek nivîskar û helbestvanan di vî beþî de cih girtin; Abbas Abbas, Zinar Ezem, Bîlal Hesen, Fergîn Melîk Aykoç, Hesen Îrandost, Þivan Kerîm, Husên Hebeþ, Þadya Xelo, Mihemed Revê, Husên Omer, Nexem Dirêî, Hekîm Sefkan, Mehmûd Badilî, Yasîn Ehmed, Þaha Mihemed Silêman, Omer Bozan û Adnan Þêxmûs.
Þêwekarî û dengbêjî
Di mîhrîcanê de cihê þêwekaran cuda bû. Wan bi tabloyên xwe ji bilî xemla Kurdistanê, êþên xwe di dilên tabloyan de xêzkiribûn. Þêwekar Nesrîn Ahmo, Ceger Dido, Þerîhan Baklaro, Hussein Girê Pîrê, Nesrîn Bayam, Yasmîn Þêxo, Raxib Zozanî û Behaa Hisso reng dan mîhricanê.
Di dawiya mihrîcanê de û piþtî ku mîhrîcan bi þêwekî serkeftî derbas bû, hunermendên dengbêj Rûken Akkaþ, Siyamed Hesen û Zubêr Salih stranên xwe gotin.
Ji Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin
**
Nûçeya Eleqedar:
- Mîhrîcana Rojava li benda mêvanên xwe ye
**