Xwedawenda Somerî Lil.Du /Lil.Lu û Lilith
Fêrgîn Melîk Aykoç
Dema min nivîsa Mahabat Felat ya bi serenavê Lîlith xwend, filmê Lilith ya Warren Beatty rola sereke dilîst ku min çend sal berê sêr kiribû, hate bîra min. Hê jî di bîra min de ye di fîlmê de Terapoytekî bi jineke bi raz re dizewice, çîrok li dor wê jinê dizivire. Yanê hinek þibandibûn serhiþkiya Lîlîtha mîtolojîk.
Çima îro ev mijar? Ji ber ku ji vir 40-50 sal berê jî di nava gelê me de hin ananeyên taybet hebûn, têkiliya wan ananeyan bi vê mijara Lîlîth re heye. Dema zarokeke nû dihat dinê, agirê di pêxirîgê de nedihat vemirandin, sê kozên agir dikirin bin seradê, pêçeka dergûþê dadianîn ser wê seradê, li dor dergûþ û dayîka zîstanî jî bi werîsê reþ ê diþibiya marê reþ bi dîrozan digerandin ku ji giyana xirab, kabos û pîrhebokan ango ji Lilith biparêzin.
Her wisa dema em li baweriya êzdayetî dinêrin li ser dîwarê pêþ derê mîrgehan wekî Laliþê sembola marê reþ heye. Her wisa hin pîr û feqîr jî porên xwe dirêj dikin, dihûnin, tim bi rengê reþ direngînin û di ser singa xwe re wekî marê reþ berdidin. Ev her du anane, bawerî yan jî têgihîþtin rasterast têkiliya xwe bi xwedawenda Somerî ya bayê "Lil. Du / Lîl.Lu" re heye. Lewra li gor bawerî û mîtolojiyan giyanên xirab nikane ji marê reþ derbaz be, yan jî avzûn bike.
Wekî Xwedawend
Lilith yan jî Lil.Lu xwedawendeke Someriyan a kevn bû. Serhildêr û serhiþk bû, serî li ber xwedawendên mêr danedianî. Xwedawenda bi nav û deng ku di destana Gilgamêþ de jî roleke bingehîn dilîze, ango Înananaya di warê zevengê de çilek, her li dije wê bû. Di dawiyê de, wê ew ji welatê Someran qewitand û þand ciheke nedihat zanîn. Di mîtolojiyan de tim wekî hebûneke bêkêr bi per û li ser darê biyan dijî, hevalbendê tarîtiyê û avzûnkar hatiye sembolîzekirin. Di destana Gilgamiþ de jî wekî sembolekê ji dûr ve xuya dike.
Di relyefên Burney de li ser serê wê taceke bi çar qiloçan heye. Bedena wê mîna ya mirovan e, lê lingê wê bi awayê lemê çivîkan hatiye remzandin. Perên wê jî wekî perên xwedawendên cihana tarî, yan jî ya bin erdê ye. Di destekî wê de xelek û çoyê serweriyê heye. Li keleka wê du kundên mezin û di bin lingan de jî du þêr hene. Bi vî rengê xwe ve wekî xwedanê tarî û mirinê ye.
Di hin çavkaniyan de, ku vî aliyê wê bi dîtina Înana ve girê didin, wekî hevalê cin û kabosan tê venivisandin, kare wê zarokên nû tên cihanê kuþtin û ji holê rakirine. Dibe ev aliyê wê yê neyênî demekê di nava kurdan de jî berbelav bûbe. Ji ber vê jî jina zîstanî û dergûþ bi ritûalên Agir û werîs tên parastin. Di mîtolojiyan de heyîyên ji tariyê ne, tenê nikanin ji tiþtên reþ wek mar yan jî werîs derbazbin, dema ew wan dibînin bi þûn ve dikiþin.
Di Ahîta Kevn sura Yes 34 – 13, 14 an de behsa Lîlîthê bi awayeke nerênî di nava keftar cinawiren çolostanê de tê nîþandayîn. Dîsa di sureya Încîlê Ljop 18, 15 de jî ev mijar tê vekirin. Rabbi Isaak ben Jakob di nav nivîsên di sala 1265'an de hatine nivîsandin de radigihîne ku heft Xwedawendên xirabiyê hene, ji vana Samael û Lîlîth wekî hevjînên hev nîþan dide.
Di Tewrat û nava cihûyan de Lîlith wekî hevjîna Adem a yekem ku bi Adem re ji heriyê hatiye çêkirin û Xwedê giyan daye wan xuya dike. Piþtî bi salan bi Adem re dijî, wekheviya mêr û jinê dixwaze, ev jî li piþika Adem nayê, wê ji bihuþtê dide dûrxistin, di cihê wê de jineke ji Adem re serî diçemîne ji parsuyê Adem tê çêkirin. Ji ber vê egerê jî Lîlîth jî dijminiya zarokên Adem û Hewayê dike û di her firsendê de wan dikoje.
Navê Lîlîth di nava Astrolojîyê de jî cih girtiye. Li gor vê behsa hevalcêwiyê heyvê ya reþ tê kirin. Lê di rastiyê de tiþteke wiha tune. Tenê dema hîv tê xalekê siya wê wekî hevciwiyê wê tê xuyakirin. Lê ev tenê þaþdîtineke çav e. Di xeleka zinarên Gerdûnê de zinareke astroit ya bi navê Lîlîth (1181) heye. Ev jî wekî Lîlîth sembola femînîstan e.
Encam: 1) Her çendî hin dîtinên LîLîth Xwedawendeke Lulu yan bûye, navê wê ji wir tê, hebe jî, hê baþ nehatiye zelalkirin. Lê em êdî dizanin ku ev xwedawendeke dema Someriyan û dijbera Înanayê bûye, Hanahanaya xwedawenda her demê piþtgiriya Înana dike û wê ji wê herêmê dûr dixe. Bi çûyîna wê re êdî her xirabiyê jî, ji wê re dikin mal.
2) Min di nivîseke berê de jî nivisîbû ku piþtî Cihû ji Babîlonê rizgar bûn, gelek zanyarî û baweriyên Mezopotamyayê bi xwe re birine, bi hin guhertin û þiroveyên piçek cuda ew zanyarî û mîtolojî ji xwe re kirine mal.
3) Ew Ananeyên zarok û jina zîstanî parastina wekî kevneþopiyeke di nava kurdan de rûniþtiye jî, ji dema van baweriyên kevnar ve maye.
4) Em car din bêjin; çanda me wekî deryayê ye. Ji bo ku em bikanin mîtolojî û hiþmendiya navend Kurdistan, pêve giredayî Mezopotamyayê têbigîhîjin, divê em berê fêrî çand, kevneþopî û baweriyên gelê xwe bibin. Baweriyên ereb û cihûyan tu sûdekî nadin me.
14.06.2019, Yenî Ozgur Polîtîka