Rexneyek li Festîvala Wêjeyê ya Îzmîrê
Diyarname
4'emîn Festîvala Wêjeyê ya Îzmîrê 14'ê mehê êvarê bi axaftina Þaredarê Bajarê Mezin a Îzmîrê M.Tunç Soyer dest pê kir. Mêvarê Rûmetê yê festîvalê îsal nivîskar Murathan Mungan e. Mungan di merasima destpêkirina festîvalê de xelata rûmetê ji destê Þaredar Tunç girt û got ku ew vê xelatê ligel karsaz Osman Kavala ku girtiye parve dike.
Mungan di axaftina xwe de li ser ziman, wêjeyê sekinî û li ser rewxa Tirkiyeyê wisa got: "Tê zanîn li welatê me meyla xwendina pirtûkan nîn e. Mirov tenê bi xwendin û nivîsandinê bizane têrê nake. Tê gotin di roja îro de wêje, helbest, þano mirine. Mirina van bi awayekî din mirina mirovahiyê, þaristaniyê, mirina rih e."
Di çarçoveya festîvalê de çalakiyên wekî xwendina helbestan, nîþandayîna fîlman, gotûbêj hene. Çalakî ne li navenda Îzmîrê tenê li hin navçeyên wê jî têne li darxistin. Festîvala Wêjeyê heta 22'yê mehê dê bidome.
Nivîskarên kurd festîval rexne kirin
Li ser festîvalê nivîskarên kurd Þehmus Diken û Lal Laleþ daxuyaniyeke nivîskî weþandin, ji ber cih nedane kurdî û zimanên din festîval rexne kirin.
Her du nivîskaran di daxuyaniya xwe de gotin ku ji Îtalya, Macaristan û cîhana Ereb beþdariyên navneteweyî hene lê gazî tenê yek ji kesên li ser wêjeya kurdî, ermenî, suryanî, rumî xebatê dike jî nekirine û wiha dom kirin: "Îzmîr wisa cihek e ku bi demokratî û azadîxwaziya xwe xwe serbilind dibîne, ev yek li festîvalê nehat. Ev bernameya 4'emîn Festîvala Wêjeyê ji pircureyî û ji rengînbûna welat dûr ketiye û ya herî muhîm zimanên cuda ku li Egeyê hene di nav de cih negirtine."
Her du nivîskara di daxuyaniya xwe de gotin ku bi taybetî mêvanê rûmetê Murathan Mungan ku ew her bi heqaniyet, wijdan û rûmeta wêjeyê ya wî bawer in dê bi awayekî xurt balê bikiþîne ser vê kêmasiyê û paþê bang li rêxistinên nivîskaran wekî Sendîkaya Nivîskaran a Tirkiyeyê, PEN'a Tirkiyeyê, Çevbîr û saziyên din ên çandê kirin ku di vî warî de berpirsiyariya xwe bînin cih.