Giha di bin keviran de namîne
Azîz Ogur
Di zimanan hemûyan de lê bi taybetî di zimanên civaka xwezayî de ziman hêza xwe ji xwezayê bi xwe distînin. Yanî nabat, lawir, erdnîgarî, bi kurtasî dar û ber; yanî her tiþt ji bo xwurtkirin, bi bandorkirina gotinê amûr in. Teþbîh û þibandina mirovan li gora hebûnên xwezayî karakterîzekirina wan di Kurdî de têra xwe bi bandor in.
Mînak ji bo dostekî baþ gotina, “Mîna çiyayekî li piþta min e” tê gotin. Ji bo ravekirina bedewiya jinê “heyva çardehþevî” biwêj an teþbîheke di cî de ye. Xweza ji bo zimanê Kurdî jêderk a herî mezin e, di heman demê de mînak û mamoste ye. Her aliyê xwezayê dikare bibe katagoriyek ji bo ravekirina hêza gotina Kurdî. Em ê îro hewl bidin gotinên bi sed gotinî yanî biwêjên ku bi nebatan hatine gotin parve bikin. Bêhtir jî biwêjên li herêma Mêrdîn, Torê û Nisêbînê têne zanîn in.
Baqê Nîskan: Di nava xwe de çîrokeke ango veþartî ye. Bi taybetî ji bo rastiyeke ku mirov þerm bike mikur were ev biwêj tê bikaranîn. Þêwazê gotinê jî, “yê zane ji xwe zan e, yê nizane baqê nîska ye.”
Zîwan: Nebateke ku zirarê dide zadê hatiye çandin. Kesê ku zirarê bide civak an malbatê mîna ‘zîwan’ tê pênasekirin. Di gelek kilamên Kurdî de bi gotinên; “Sed olçek genim biçîne, li dewsa wê qerezîwanê rake” mîna nifir tê gotin.
Frîz: Gihayeke ku li ser rûyê erdê hindik xuya dike lê kok û rahê wê gelekî kûr in û qelandina wê tune ye. Þaxekî bûk jî di nav axê de bimîne di demeke kurt de belav dibe. Kesên bêfeyde û li serê civakê, malbatê an takekes bûne bela bi firîzê têne karekterîzekirin.
Direh-Dirdik: Ev jî ji bo kes, rewþ an mirovên ku bi taybetmendiyê xwe li ber pêþketinê asteng in tê îfadekirin. Direh ji darên bi strî ne û li hev gelicî pêk tên. Ji hev xelaskirin an di navan re derbasbûn bêyî birîn û ziyan ne hesan e.
Quncir: Di nava zeviyên pembû de þîn tê. Berên wê yên mîna giluyên striyan hene. Bi kincên mirovan û pez ve digirin. Ji bo kesên bi israr ‘mîna quncirê min bernade’ tê gotin.
Taew: Meweke biçûk e lê sîsikê wê mezin in. Çêja xwê di destpêkê de xweþ e lê gelekî zû wenda dibe. Ji bo kesê sohbete nîvco dihêle an pir hindik demê derbas dike, ‘tehma de mîna tehma taewê ye’ tê gotin.
Çeqçeqonk: Giyayekî bêfeyde ye. Kokên wê li ser rûyê erdê ne. Berên wê mîna balonan in û dema mirov dest diavêjiyê diteqin û li pey hev çeq çeq an teqteqê derdixe. Kesên vala diaxifin bi taybetî jî ji bo jinên giraniya xwe nizanin mîna gotineke heqarêtê ‘çeqçeqonkê’ tê gotin
Gul da bi Sosinê: Kesê ku tercîheke þaþ kiribe. Bi taybetî mirê ku jineke çê berde û herê yeke jê xirabtir bîne mîna, ‘te gula xwe da bi sosinê’ tê gotin. Di kilaman de gelek caran derbas dibe.
Kelbeþ bi de kerê reþ: Ji bo mirovên ehmeq ên nirxên tiþtan nizanin tê gotin. Seydayê Cegerxwîn ev gotina pêþiyan bi helbesta, “Kerê Reþ” navdar kiriye. Di nava gel de ev biwêj mîna; “qedrê gulê çi zane, kelbeþ bide kerê reþ” tê nasîn.
Zor gêzerê radike: Ji bo rewþên bi gotinê neçin serî û pêwistî bi zextê, hewldan û kedê heye ev biwêj tê bikaranîn.
Simaqa þûþtî: Sumaq a xwarinê xweþ dike dema tê bikaranîn êdî çêja xwe bi tavahî wenda dike. Mirovê bêkesayet, bêînîsiyatîf, bêgav û helwest di awira civakê de mîna ’sumaqa þûþtî” ne.
Pûng û Mar: Li rasthatin, muxatebî an ji neçarî derbaskirina demê bi kesê ku ji hev hez nakin ev biwêj gelekî di cîh de hatiye bikar anîn. Bi mînaka, “mar ji pûngê hez nedikir çû di devê qula wî de þîn hat” tê gotin.
Gihayê hewþê tehl e: Ji bo mirovên ku ne di ferqa cudahiya mirovên nêz ên li dora xwe tê gotin. Heya wî ji bedewiya dora wî nîne û ji bo xweþiyê çav li der e. Lewra giyayê hewþê jî heman giya ye lê ji bo mirovê xeþîm wetaya wê nîne û giyayê hewþê tehl e..
Giha di bin keviran de namîne: Dem diçe, dewran derbas dibe, rastî ya ser hatiye girtin xwe dide der, belengaz bihêz dibin, biçûk mezin dibin, bindest bi xwe dihisin û rewþ diguhere. Yên hesab ji wan nayên kirin êdî doza mafê xwe dikin û yên xwedî erk û tehekum neçarin vê rastiyê bibînin.
12.06.2019, Yenî Ozgur Polîtîka