8 belgefîlmên derhênerên kurd têne nîþandayîn
Cemil Oguz
Di çarçoveya 12'yemîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist de 8 belgefîlmên derhênerên kurd ên li ser kurdan hatine kiþandin hene. Hin yekem car li vir têne nîþandayîn, hin berê jî hatine nîþandayîn. Ji van didu li ser Heskîfê ne "Aether" û "Þînek ji bo Heskîfê". Her du belgefîlm 20 mehê saet 19'an de li dû hev li heman cihî têne nîþandayîn. Didu li ser du dayikên kurd, yek jê li ser Mirazê ku 30 salan di rojnameya Rya Teze de xebitiye... Her wiha her li ser karkeran, yek li ser windakirina kurdan û yek jî li ser perwendehiya bi kurdî ku kurd bi xwe malên xwe dikin dibistan.
Ev belgefîlmên cur bi cur ên di bernameya Documentarist de me ji bo we dan hev.
Vane ew 8 belgefîlm:
"Diyalog" ê Selim Yildiz
Gelek diyak kurê wan berê xwe dan çiyan û ew jî çavlirê man. Yek ji wan jî dayika Besna ye ku kurê wê Enes çûye. Belgefîlm dikeve nav rêwîtiya jiyana vê dayikê.
Roja nîþandayînê: 15.06.2019, Saet 17.00, Sînemaya Yeþîlçamê
"Dayika Meryem"
"Meryem Ana" (Dayia Meryem) belgefîlmê Hasan Ete ku li ser çîroka Dayika Meryem hatiye kiþandin. Dayika Meryem deh zarokên xwe zewicandine, mêrê wê miriye, ligel wê tenê keça wê maye û ji bo bi tenê nemîne wê dane mêr.
Roja nîþandayînê: 16.06.2019, Saet 15.00, Sînemaya Yeþîlçamê
"Miraz"
Sê kesan Aylin Kizil, Lezgin Kanî, Serdar Bayram belgefîlmê bi navê "Miraz" kiþandine. Miraz kurdekî ye ku ev 30 sal in di rojnameya Rya Teze de dixebite. Di belgefîlm de çîroka Miraz heta Rya Teze û heta çîroka kurdên êzîdî dertê pêþ.
Roja nîþandayînê: 16.06.2019, Saet 19.00 Sînemaya Yeþîlçam
"Her mal dibistanek"
Dema perwerdehiya bi kurdî nîn be dê kurd çi bikin? Ji van kurdê ku xemxurên zimanê kurdî de malên xwe dikin dibistan. Belgefîlmê derhêner Ardîn Dîren jî balê dikiþîne ser vê çîrokê.
Roja nîþandayînê: 17.07.2019, Saet 17.00, Sînemaya Yeþîlçamê
"Þeva Xîzê"
"Kumun Gecesi" (Þeva Xîzê) ji aliyê Alî Ergul ve hatiye kiþandin. Belgefîlm balê dikiþîne ser karkerên ku di atolyeyên kotpantolon de dixebitin ku ev karker ji ber vî karî bi nexweþiya Sîlîkozîs dikevin û dimirin.
Roja nîþandayînê: 19.06.2019, Saet 17.00, Sînemaya Yeþîlçam
"Bîr"
Di salên 1990'an de gelek kurd hatin binçavkirin û windakirin. 7 kesên ji wan ji Kerboranê têne birîn û têne windakirin. Hestiyên wan di bîrê de têne dîtin. Belgefîlm li ser vê bûyerê hatiye kiþandin û pêre windakirinên wan salan derdixe pêþ. "Bîr" ji aliyê Veysî Altay ve hatiye kiþandin.
Roja nîþandayînê: 19.06.2019, Saet 19.00 Sînemaya Yeþîlçam
"Aether"
"Aether" belgefîlmekî derhêner Rûken Tekeþ e. Di fîlmê bêdiyalog de derhêner kameraya xwe da ye ber xweza, av û dîmenên Heskîfê û ew kiþandine.
Roja nîþandayînê: 20.06.2019, Saet 19.00, Sînemaya Yeþîlçamê
"Þînek ji bo Heskîfê"
"Þînek ji bo Heskîfê" (Hasankeyf'e Agit) belgefîlmê derhêner Firat Erez e. Belgefîlm berê xwe dide Heskîfê ku hikumet dixwaze di bin bendava Ilisûyê de bihêle.
Roja nîþandayînê: 20.06.2019, Saet 19.00, Sînemaya Yeþîlçamê
**
Têbinî: Ji bo yên bixwazin temaþe bikin hêsantir bibînin li gor dîroka nîþandayîna belgefîlman ev rêzkirina hatiye çêkirin.
Çîroka dayikek kurd "Diyalog" ji aliyê derhêner Selîm Yildiz ve hatiye kiþandin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Documentarist amade ye
- Belgefîlmkarê îngilîz Sean McAllister tê
- Serîlêdanên ji bo atolyeya 'Anîma-Doc' dest pê kir
- Documentarist li benda belgefîlmên we ye
**