Ekrem Îmamoglu gotina xwe ya li ser perwerdehiya kurdî got
Diyarname
Di daxuyaniya çapemeniyê de ji berendamê Þaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu pirsa "Perwerdehiya bi kurdî" jî hat kirin û jê fikra wî hat pirsîn. Îmamoglu wisa bersiv da:
"Zimanê kurdî, yan jî stranên bi kurdî parçeyek ji yekîtiya welat in. Loma ji bo vê em zêdetir tiþtan bikin, yan qal bikim, ez pêdivî jî bi vê yekê nabînim. Helbet dê stranên bi kurdî hebin. Ji aliyê ziman ve jî wekî zimanên din, belkî ji wan zêdetir, bi qasî ku daxwaz hebe, yanê çiqas daxwaz hebe em dê ew qasî di vî warî de xizmetê bidin."
Berendamên CHP'ê yê li ser navê Îtîfaqa Gel Ekrem Îmamoglu di hilbijartina herêmî ya 31'ê adara 2019'an de bi ferqek biçûk berendamê AKP'ê Binali Yildirim têk biribû û hatibû hilbijartin.
YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê) pêþî mazbataya wî dabî, piþtî 18 rojan hilbijartin betal kiribû û mazbata bi paþ ve girtibû. Niha her du berendam û berendamên din ji bo hilbijartina 23'yê vê mehê xwe amade dikin û xebatên xwe didomînin.
Kurdên Stenbolê piranî di hilbijartina 31'ê Adarê de dengên xwe dabûn Îmamoglu, di vê hilbijartinê de jî wisa diyar e dê dîsa bidin Îmamoglu. Li ser vê HDP'ê eþkere kiribû ku di helwesta wan de tu guherîn tune ye, berevajî ewê zêdetir bixebitin.
VÝDEO
— Cumhuriyet (@cumhuriyetgzt) 11 Haziran 2019