Zarok li Sûrê dê bicoþin
Diyarname
Di bin Pêþengiya Komeleya Pêþî Zarok de û bi hevkariya saziyên sivîl ên li baþêr li Sûra Amedê bi navê "Mîhrîcana Zarokan a Sûrê" li dar dikeve. Festîval ji 7'ê mehê heta 11'yê mehê dê li dar be.
Diruþma festîvalê wekî "Werin em di nav kenên zarokan de bên ba hev" diyar kirine. Li kuçeyan lîstikên þanoyê, atolyeya rîtîm û derbiqeyê, atolyeya stranbêjî, atolyeya bikaranîna herî, rengandina keviran, atolyeya wêne, fotograf, dîlan, lîstina pandomîm, xêzefîlm û gelek çalakiyên din dê li benda zarokan bin. Her wiha di vê çarçoveyê de nîþandayîna anîmasyonan, meþa li nav xwezayê, konsera zarokan, xwendina pirtûkan, firandina bafirokan jî dê li nav çalakiyan de bin.
Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Þaredariya Sûrê ku ji bo festîvalê mazûvanî dikin bang li her kesî kir ku beþdarî festîvalê bibin.